Şer û pevçûnên di navbera Artêşa Îsraîlê û hêzên çekdar ên filistînî de dest pê kiribûn, heft roj in berdewam dikin.
Di 7ê Çiriya Pêşiyê de hêzên filistînê di bin serpereştiya Hamasê ango Lîwaya Îzeddîn el-Qessamî de li dijî Îsraîlê dest bi êrîşan kiribûn. Wan navê vê pêngava xwe jî “Tofana Aksayê” danîbû. Piştî vê pêngavê, Îsraîlê bi navê “Şûrên Hesinî” dest bi operasyonan kiribûn.
Neteweyên Yekgirtî (NY) Duh (12ê Çiriya Pêşiyê) di saetên şeve de daxuyaniyek weşand û got ku, “Artêşa Îsraîlê xwestiye milyon û 100 hezar sivîlên li Xezeyê, di nava 24 saetan de ji cih û warên xwe derkevin û biçin başûr.”
NYyê destnîşan kir ku encamên “gelekî xirab” ên neçarkirina koçberiya bi darê zorê wê çêbibin û daxwaz ji Îsraîlê kir ku vê biryarê betal bike.
Bang ji bo dermankirina birîndaran kirin
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku li Xezeya di bin dorpêça Îsraîlê de ye gelek caran tê bombebaran. Wezaretê ragihand ku bi hezaran birîndar hene û banga destwerdana lezgîn kir.
Îsraîl amadekariya operasyona bejahî dike
Hêzên Berevaniyê yên Îsraîlê (IDF) amadekariyê ji bo operasyoneke bejahî dike. IDFyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Xeze ew cih e ku operasyonên leşkerî li wir pêk tên” û xwest ku sivîl ji wir derkevin.
Xaça Sor: 2 milyon mirov nikarin alîkariyê bi dest bixin
Rayedarên alîkariya mirovî yên NYyê ragihandin ku duh li Xezeyê xurek, av, elektrîk û kelûpelên krîtîk li ber tunebûnê ne.
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî jî diyar kir ku kelûpelên bingehîn, av û elektrîka ji 2 milyonan zêdetir mirovên li Xezeyê nîne.
Berdevkê NYyê Stéphane Dujarric li New Yorkê ji rojnamegeran re got, li gorî ku Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ragihandiye, komên mirovan bi berdewamî ji cîh û warên xwe tên kirin û di 24 saetên dawiyê de ev hejmar ji sedî 30 zêde bûye.
Dujarricî diyar kir ku heta niha 338 hezar mirov ji cihên xwe hatin derxistin û gelek ji wan li dibistanên UNRWAyê hatin bicih kirin. (NT/FD)