Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst, di nava cenazeyan de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Duh hêzên israîlî li Xezeya dorpêçkirî ev nexweşxane bombe kiribû û di encamê de 500 kes miribûn.
Di dema civînê de doktor û kedkarên karûbarên tenduristiyê, di nava cenazeyan de bûn û di hembêza du kesên li erdê rûniştî de cesedê pitikekê û yekî zarokeke keç hebû.
“Ne êrîşa yekem e”
Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Filistinî Yûsûf Ebû er-Rîşî di dema civîna çapemeniyê de got ku Îsraîl ne cara yekem e êrişî Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîstê dike.
Li gorî gotina Alîkarê Wezîrî, di 14ê Çiriya Pêşiyê de Îsraîlê du caran êrîşî vê nexweşxaneyê kiriye û fotografên derbarê van êrîşan de nîşan dan.
Serok û endamên sazî, dezgehên çandinî û ekolojiyê yên Amedê destnîşan kirin ku ji ber polîtikayên îmar û desteseriyê di navbera salên 2004-2020’an de li Amedê 300 hezar hektar erdên çandiniyê wesfê xwe winda kiriye û debara çandiniyê yê bajêr kêm bûye.
er-Rîşî diyar kir ku piştî êrîşên destpêkê hêzên îsraîlî têkilî bi midûrê nexweşxaneyê Mahîr Ayyadî re danîne û jê re gotine, “Duh bi du bombeyan hûn hatin hişyarkirin, çima heta niha nexweşxane nehatiye valakirin?”
“Îsraîl nexweşxaneyan dike hedef”
Ebû er-Rîşî destnîşan kir ku piştî gefxwarinan, rêveberiya nexweşxaneyê bi zanistên olî yên Xisirtiyan ên li Ingilistanê re peywendî danîne û saziyên navdewletî tekez kirine ku wê karûbarên nexweşxaneyê berdewam bikin.
Alîkarê Wezîrî diyar kir ku Îsraîl nexweşxaneyan dike hedef û li beramberî vê tedbîr nayên standin û bang li welatên cîhanî kir ku bila nehêlin Îsraîl sivîlan bike hedef. (AS/FD)