Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê daye zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Bixwîne - "Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?"
Guven ji 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê ve li Girtîgeha Amedê ya Cûreyê Eyê girtî ye. Wê diyar kiriye ku ew bi awayek adilane nayê dadkirin ji ber vê yekê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye, wê dema bidawîanîna grevê diyar nekiriye û dê dora girtina grevê nede ti kesan.
Parêzera Leyla Guvenê, Reyhan Yalçindag Baydemîrê ji bianetê re piştrast kir ku ew ketiye greva bêdor û bêdem kiriye.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê qebûl nekiriye
Leyla Guvenê li ser operasyona li Efrînê hatî kirin daxuyanî dane. Polîsan 22 Kanûna Paşiyê ew desteser kiriye û dozgerekê Amedê 31ê Kanûna Paşiyê biryara girtina wê daye.
Bixwîne - Biryara tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê derketiye
Guven vê sibeyê hatiye dadkirin. Ji ber ku polîsan xwestiye destê wê kelepçe bike wê qebûl nekiriye biçe dadgehê. Bi rêya SEGBISê(Sîstema Peywendîdanê ya Bi Vîdeo û Dengî) îfade daye.
26ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê Dadgeha Amedê dê Guvenê dîsa dad bike.
(EKN/MB)
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
.jpg)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”

Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

Atîlla Taş dîsa hat girtin
