Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Civakî û Tenduristiyê (SES) derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin de daxuyanî da ye.
Îbrahîm Kara, Hevserokê Giştî yê sendîkayê daxuyaniya ku ji aliyê Desteya Rêveberiya Navendî hatiye amadekirin, xwendiye û gotiye, ji 8ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018an heta îro li 60 girtîgehan tevî Leyla Guven, Perlamentera Colemêrgê ya HDPyê, 293 kes greva birçîbûnê didomînin.
Di daxuyaniyê de Îbrahîm Karayî ji bo tespîtkirina rewşa girtîyên di greva birçîbûnê de ne daxwaz kiriye ku destûr bê dayîn. Karayî diyar kiriye ku bila heyetek ji nûnerên rêxistinên tenduristiyê û yên mafên mirovan bê avakirin û ew biçin rewşa girtiyan bişopînin.
Sendîkayê bal kişandiye ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ye û ya Leyla Guvenê û bi van gotinan bang li Wezareta Dadê û ya Tenduristiyê kiriye: “Divê Wezareta Dadê û Wezareta Tendirustiyê girêdayê danezana Maltayê bin û li gor danezanê tevbigerin. Danezana Maltayê, li 43em Kongreya Tipê ya Cîhanê di Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya sala 1991ê de hatiye qebûl kirin û herî dawî di sala 2017an de hatiye nûkirin.” (AS/AY/FD)
* Abdulselam Yildirim ev nûçe ji tirkî wergerandiye