Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alî Fikrî Işik, ji ber parvekirinên xwe yên li medyaya civakî dihat dadkirin. Işik bi wê yekê dihat sûcdarkirin ku ew “gelî ji leşkerîyê sar dike.”
Işik li 41. Dadgeha Eslîye û Cezayî hatiye dadkirin. Di nav parvekirinên Alî Fîkrî Işikî yên li medyaya civakî ev hevok hene:
“Neçe leşkerîyê here dîskoyê”, “hemî kesên ku ji ber leşkerîyê qaçax in, qehremanên min in.”
Dadgehê biryar daye ku “kiriyarên wek sûc ji bo wî hatine qebûlkirin, ne kiriyarên welê ne ku mirov pê bibin sûcdar.”
Herweha dadgehê biryar daye ku divê ji pereyên civakê (dewletê) mesrefa dadkirinê ji bo Alî Fikrî Işikî bê dayin. Mesref wek 2 bin 725 Lîreyên Tirkan hatiye hesibandin.
Alî Fikrî Işikî ji bi anetê re got ev biryara dadgehê biryareka emsal e û êdî sarkirina ji leşkerîyê ya gelî li bîra dîrokê xerq bibe.
(EKN/MB)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”

Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

Atîlla Taş dîsa hat girtin

Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye
