Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polisan avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Amedê, ji 20ê Çiriya Paşiyê (Mijdar, Sermawez) û vir ve dorpêç kiriye ku wê rojê serlêdanên bernamzetiya hilbijartinên herêmî dest pê kiribûn.
Fîlîz Bûlûttekîn, Hevseroka HDPyê ya bajarê Amedê ji bianetê re got, sê roj in ku polîs ji sibehê heta êvarê derdora avahiyê digirin û dîmenên kesên tên û diçin tomar dikin.
Bûlûttekînê diyar kir ku li Amedê li hemberî partiyên siyasî yên din tiştekî wiha nîne û armanca vî tiştî çavtirsandina bernamzetan e.
“Alîkarê Waliyî got ku ew ê bi Waliyî re biaxive”
“Bi destpêkirina serlêdanên bernamzetiyê re, bi destpêkirina xebatên hilbijartinê re, wesayitên leşkerî yên bi navê panzer û kirpî, bi çekan, bi kamera û navgînên dengtomarkirinê, em hatin dorpêçkirin. Dîmenên her kesên ku tên û diçin tomar dikin.
“Ez bi Alîkarê Wailiyî yê ji Emniyetê berpirsiyar e re axivîm. Min jê re got, ev rewş nayê qebulkirin, li ber avahiyên ti partiyên siyanî dîmenên bi vî awayî nînin.
“Alîkarê Waliyî tenê got ku ew ê ‘ji Rêzdar Waliyî re pêşkêş bike’. Em dixwazin bi Waliyî re jî biaxivin lê em nikarin bi ti awayî xwe bigihînin wî.
“Em bi fişareke wiha re rû bi rû ne ku dikare bandorê li ser pêvajoya serlêdana bernamzetan bike.” (EKN/FD)
* Foto: Ajansa Mezopotamyayê
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
.jpg)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”

Atîlla Taş dîsa hat girtin

Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye
