Leşkerên Îsraîlê li bakurê Xeta Xezeyê, bi ser Nexweşxaneya Endonezyayê de girtin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê (WAFA), Artêşa Îsraîlê li Nexweşxaneya Endonezyayê jineke birîndarbûyî kuşt, bi kêmanî 3 kes jî birîndar kirin. Leşkeran di dema serdegirtina nexweşxaneyê de bi kêmanî 3 filistînî desteser kirin.
Elektrîk qut bû
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di saetên şevê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Artêşa Îsraîlê “bombardimaneke gûr” li dijî Nexweşxaneya Endonezyayê daye destpêkirin û ew ji jiyana 200 birîndar û karmendên tenduristiyê bifikar in.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Kudrayî di daxuyaniya xwe de got ku, “Jeneratorên elektrîkê Nexweşxaneya Endonezyayê û beşeke mezin a avahiyan di bin bombebaraneke gûr de ne.”
Her weha diyar kir ku Artêşa Îsraîlê duh bi şev jeneratora mezin a Nexweşxaneya Endonezyayê bombe kiriye û hemû elektrîk qut bûne. (AS/FD)
Artêşa Îsraîlê her weha li herêma Cîbaliyê ya li bakurê Xeta Xezeyê ye, bombe avêtin malekê. Ekîbên parastina sivîlan 10 filistînî ji bin xirbeyî derxistin.
Balafirên şerî yên Îsraîlê duh bi şev jî çendîn herêmên Xeta Xezeyê bombebaran kirin û bûn sedema mirin û birîndarbûna gelek mirovan.