Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û got ku di nava kelûpelên wan ên leşkerî de bombeyên duxanê yên bi fosfora spî hene.
Daxuyanî di radyoya artêşa Îsraîlê de hate belavkirin. Koşka Spî beriya niha diyar kiribû ku li başûrê Libnanê di dema êrîşan de kelûpelên agirderxistinê hatine bikaranîn û ji ber vê rewşê, ew metirsîdar in.
Artêşa Îsraîlê piştî vê daxuyaniyê ragihand ku bombeyên wan ên duxanê yên bi fosfora spî hene û ev bombe ji bo veşartinê lê ne ji bo êrîşan an jî agirderxistinê hatine çêkirin.
Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîna gelek artêşên Rojavayî, bombeyên duxanê yên bi fospora spî yên yasayî û li gorî hiqûqa navnetewî yên artêşa Îsraîlê jî hene.
DYA: Em lêkolînan dikin
Berdevkê Wezareta Kar û Barên Derve yê DYAyê Matthew Millerî duh civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew ji ber nûçeyên dibêjin Îsraîlê li Xezeyê bombeyên bi fosfora spî bi kar anîne, ew metirsîdar in. Li gorî daxuyaniya Millerî dibe ev ji bo armancê leşkerî bên bikar anîn lê ji bo kêmtirîn ziyan bigihê sivîlan, divê her tiştên ji destê wan tê bikin.
Berdevkê Wezaretê got ku ew lêkolînan li ser van îdiayan dikin.
Berdevkê Neteweyên Yekgirtî (NY) Stephane Dujarricî jî destnîşan kiribû ku ji ber bikaranîna çekên mîna fosfora spî li herêmên gelek mirov lê dijîn, ew metirsîdar in. (AS/FD)