Eşref el-Kudra, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di civîna çapemeniyê da derbarê êrîşên Îsraîlê da agahî da.
Kudra ragihand ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve hejmara kesên ku li Xeta Xezeyê mirine derketiye 17 hezar û 997an, hejmara kesên ku di êrîşan da birîndar bûne jî derketiye 49 hezar û 229an.
Ji kesên ku mirine jê 7700 zarok in.
Gelek cenaze li bendê ne ku di bin xirbeyên avahiyên bombebarkirî de bên derxistin.
Îro artêşa Îsraîlê avahiyek li navenda Xezeya dorpêçkirî ku tê de nêzî 60 Filistînî lê dijîn bombebaran kir û di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.
142 jinên Filistînî hatin girtin
Komeleya Dîlgirtiyên Filistînî û Komîteya Karûbarên Dîlgirtiyên Filistînê yên girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê di daxuyaniya xwe ya hevpar a nivîskî de diyar kirin ku hêzên Îsraîlê li Xezeyê 142 jinên Filistînî ku di nav wan de dayikên bi pitik, kal û pîr û zarok jî hene, zîndanî kirine.
430 leşkerên Îsraîlê mirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezeyê 4 leşkerên wan yên din mirin û hejmara leşkerên ku ji 7ê Çiriya Pêşiyê heta niha mirine derket 430î, ku 102 ji wan di pêvajoya êrîşa bejahî de mirine.
(AS/AY)