Rojnamegerên jin Ala Tahir el-Hasanat û Ayat Haddura ku malên wan ên li Kampa Penaberan a El-Beric a li navenda Xezeyê û herêma Beyt Lahiye ya li bakurê wê ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatin hedefgirtin. Di bombebaranê de herdu rojnameger mirin.
Li gor nûçeya ajansa Filistînê WAFAyê, Haddura bi awayê zindî ji bo pêşkevtina ragihîne beşdarî kanala televizyona Alghadeyê bûbû û gotibû “dê ev videoya dawî be”
Haddurayê gotibû: "Hêzên dagirker bombeyên fosforê avêtin Beyt Lahiye. Ji bo herêmê vala bikin belavok belav kirin."
Balafirên şer ên Îsraîlê mala Ala Tahir El-Hesenat ku li Kampa Penaberan a Berîcê ye bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Ala Tahîr mir.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ragihand ku heta 20ê Çiriya Paşiyê di êrişan de herî kêm 50 rojnameger mirine.
Li gorî daxuyaniya CPJê, ji rojnamegerên ku mirine jê 50 Filistînî, 4 Îsraîlî û yek jî Lubnanî ye.
Her wiha 11 rojnameger birîndar bûn û 3 rojnameger jî winda ne û 18 rojnameger jî hatin desteserkirin.
(AS/AY)