Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê êrîşên li dijî xebatkarên tenduristiyê yên ji 7ê Çiriya Pêşiyê û vir ve li Xezeyê dixebitin daxuyanî da.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Ferhan Haq wiha got: "Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO/WHO) ji destpêka şer û vir ve 178 êrîş belge kir ku di encama wan êrişan de 22 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûne.
Haq bi bîr xist ku Îsraîlê roja borî Nexweşxaneya El Awda ya li bakurê Xezeyê jî hedef girtibû û destnîşan kir ku di êrîşê da 3 bijîjk û xebatkarekî mir û gelek nexweş jî birîndar bûne.
Ferhan Haq got ku tenê 2 nexweşxaneyên biçûk li bakurê Xezeyê bi qismî kar dikin, 11 ji 22 navendên bijîşkî li başûr ji xizmetê ketine û 7 hîn jî dikarin kar bikin.
108 xebatkarên UNRWAyê hatin kuştin
Haq da zanîn ku karmendek WHOyê tevî pitika xwe ya 6 mehî, hevjîna xwe û du birayên xwe di bombebarana duh ya Îsraîlê de mirin. 108 xebatkarên UNRWAyê di navbera 7ê Çiriya Pêşiyê û 19ê Çiriya Paşiyê de mirine.
1,7 mîlyon Filistîniyan koç kirin
Haq destnîşan kir ku li gorî daneyên dawîn ji 1,7 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûne, ji wan 770 hezar kes li 99 tesîsên UNRWAyê yên li Xezeyê bi cih bûne. Ji sedî 35 nexweşiyên çerm û ji sedî 40 jî nexweşiyên zikçûnê zêde bûne di du hefteyên dawî de li van kampan zêde bûye.
(AS/AY)