Piştî êrîşa ku di 1ê Çiriya Pêşiyê de li Enqereyê, li dijî avahiya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Enqereyê pêk hat, Tirkiyeyê di 4ê Çiriya Pêşiyê de êrîşên asmanî bir ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê.
Li gorî îdiaya Tirikyeyê, PKKyiyen êrîşa Enqereyê pêk anîn, “di ser Sûriyeyê re hatibûn.” Lê Rêvebriya Xweser li dijî van îdiayan derket.
Wezîrê Karûbarên Derve Hakan Fîdanî di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku “Hemû binesazî û serxana PKK/YPGyê hedefa me ye”. Piştî vê daxuyaniyê balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî santralên elektrîkî, tesîsên nefte, dibistan, embarên av û genim û gelek deverên din bombebaran kirin. Di encama êrîşan de 47 kes mirin, bi kêmanî 59 kes jî birîndar bûn.
Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû ku ji ber van êrîşan milyonek dolar ziyan gihîştiye herêmê û hedefkirina avahiyên binesaziya sivîl, li dijî peymanên navnetewî ye.
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ahmedê pirsên me yên derbarê rewşa dawî ya rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, egera êrîşên Tirkiye di demên pêş de bikin, helwesta aktorên din ên li herêmê de bersivandin.
Ahmedê diyar kir ku “Hikûmeta AKP dixwaze herêmê une bike” û helwesta aktorên li herêmê, divê ne li dijî mafên kurdan û gelên Sûriyeyê be.
“Êrîşan bandor li 4 milyon mirovan kir”
Bîlançoya êrîşên asmani yên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) çi ye? Di nûçeyan de dihate gotin ku şûnwar, santralên elektrîkê, binesazî û serxan bûne hede. Tu dikarî ji me re behsa rewşa dawî bikî?
Ev êrîş zirarek pir mezin dan binesaziya herêmê. Elektrîk, av, depoyên genim, 48 dibistan kirin hedefên xwe. Mehetên xazê (îstasyonên xazê), bi berfirehî binesaziya herêmê kirin hedefa xwe û ev der derxist ji derveyî xizmetê. Niha krîza avê, krîza elektrîkê heye, krîza cerên xazê (tupên xazê) ên ku dibin li malan xwarinê li ser çêdikin heye.
Li derveyî wê, tam mewsîma dibistanan bû. Hejmareke pir mezin zarok ji derveyî xwendinê mane Dewleta Tirkiyeyê pir bi zanebûn ev binesazî kir hedefa xwe. Dewleta tirkan, bi taybet Erdogan, şerê li Îsraîl tê kirin, li Xezayê tê kirin, ev lêdanên ku ji aliye Îsraîlê li ser Xazeyê tên kirin, bi navê sûcê şer bi nav dike û ‘dibêje çawa Îsraîl binesaziya Xezeyê têk dibe’. Lê di heman demê de heman tişt beriya wê Erdogan bixwe, Hikûmeta AKPyê bi xwe li herêma me pêk anîn.
Bi xwe dizanin; nêzî 2 milyon însan li herêmê dijîn. Jiyana xwe ya rojane bi zehmetî pêk tînin. Sûriyeyê bi giştî di krîzeke aborî ya kûr de derbas dibe. Her roj dewleta Tirkiyeyê, hikûmetê AKPyê ji bo penaberan gazinan dike. Bi navê penaberên Sûriyeyê her tim daw û dozan li Ewropayê dike, alîkariyê dixwaze. Lê di heman wextê de binesaziya herêmê dike hedefa xwe. Esas dîsa rê li pêşiya rewşeke wisa vedike ku her tim siyaseta xwe li ser bike. Durutiyeke pir mezin hikumeta AKP bi rêve dibe û Erdogan di serê vê hikûmetê de ye. Vê siyasete dide meşandin. Dixwaze bi giştî krîza abori ya heyî, kurtir û xirabtir bike. Bîne asta ku birçîbûn derkeve. Hikûmeta AKP dixwaze siyaseta erdeke şewitî li herêmên me pêk bîne.
“Dixwazin êrîşan asayî bikin”
Gelo eger heye ku êrîşên nû yên berfirehtir pêk bînin?
Ev eger her dem heye. heta niha dronên dewleta Tirkiyeyê li ser herêmê digerin. Zaten di daxuyaniyên wan de diyar in. Her car dibêjin, em îznê ji Amerîkayê dixwazin, ji Koalîsyonê dixwazin ku çerçova êrişan fireh bibe. Veya di daxuyaniyên xwe de her dibêjin û bi texmînên me wisa ku her daîm bi van daxuyaniyên xwe raya giştî nerm dikin. Ber bi normalkirinê ve di bin. Dixwazin bi vê şêwazê, rê li ber êrîşeke berfireh vekin. Vê carê him teyarên keşfê, dron bi kar anîn, him jî F-16 bi kar anîn. Bikaranîna F-16yan a li ser herêmê ne tiştekî normal e.
Ev dron jî her daîm ji sînorê xwe ve, carê piranî jî derbasî herêmê dibin, însanan dikin hedefe xwe, saziyan dikin hedefe xwe. Jiyanê heram dikin di herêmê de.
Dixwaze bi vî şêwazî him careke din bingehê karkirina komên Îslamî yên tundrew li herêmê çêbike ku hîn jî zemînên wê hene. Dixwaze careke din nefes bide wan.
Ji aliyekî jî; Rêveberiya Xweser a li herêmê dixwaze bi Şamê re pirsgirêkên xwe çareser bike. Lê dewleta Tirkiyeyê rê nade. Her daîm dixwaze pirsgirêkê kûrtir bike, nehêle bi Şamê re ev pirsgirêk bên çareserkirin. Bi tohemta ku her daîm li vê herêmê teror heye, yan jî şerê ku tê meşandin destê me tê de heye, êrîşî me dike. Lê ne ji nêz ne jî dûr ji rewşa li Tirkiyeyê ti peywendiya me tune. Dewleta Tirkiyeyê bi vê behaneyê û bi xapandina raya giştî a Tirkiyeyê re û raya giştî a derve re, lembeya kesk ji bo van lêdanan her daîm bi dest dixîne. Dixwaze berdewam bike.
“Rêjîm li beramber van êrîşan bêhelwest e”
Helwesta Şamê ya li dijî van êrîşan çawa ye? Di vî warî de hevdîtinên we pêk tên?
Hîn êrîşa dewleta Tirkiyeyê li ser herêmên me hebûn, li Humsê êrîşek li djî Akademiya Sûbayan a rêjîmê çêbû. Gelek sivîl li wê derê jiyana xwe ji dest dan, gelek kadroyên rejîmê li wê derê jiyana xwe ji dest dan. Êrîşeke paralel hatibû kirin. Li beramberî wê êrişê, li ser Îdlibê êrîşek hat kirin. Ji aliye Hêzên Rûsyayê ve.
Rêjîm li beramber van êrîşan, bêhelwest e. Her çiqas weke çawa bêjin ku em ne bi van êrîşên dewleta Tirkiyeyê re ne, lê bêdengî û bêhelwestiya wan cesaretê dide dewleta Tirkiyeyê ku ew jî li xwe vegere û bifikire. Yanî berî ku êrîşekê bike tê de bifikire.
Em dixwazin em vê krîzê, vê pirsgirêkê çareser bikin, diyalogek çêbibe, çareseriyeke siyasî çêbibe. Em her daîm xwedî vê nêrînê û helwest û hewldanê ne. Hewldanên me jî gelek di vî alî de çêbûne. Em terkîz dikin ku çareserî di hundirîn de çêbibe.
Gava ku êrîşek li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hebe, ev nayê wê maneyê ku tenê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ye, esas Sûriye di be hedef. Bi vî şêwazî tê fêmkirin û di vê bi vî şêwazî were fêmkirin. Rejim dikare ve jî bike. Di navnetewî de qebûla vê dewletê heye. Şeriyeteke (rewabûnek) wê heye. Dikare zêdetir dengê xwe bilind bike. Lê ew jî xwe dixe rewşeke bêdengiyê. Ji ber ku di encamê de rejîm jî li beramber doza kurd, li beramber mafê gelan, li beramber mafê gelê sûrî, ew jî xwedî helwesteke paşketî ye, xwedî helwesteke ne demokratîk e. Xwedî helwesteke wisa ye ku desthilatdariya xwe çawa bidomîne.
“Êrîş zirarê didin têkoşîna li dijî DAÎŞê”
Hêzên Hevpeymana Navdewletî ango Koalîsyona Navdewletî û yên Rûsyayê ji b ovan êrîşên asmanî çi dibêjin?
Danûstandên me her daîm bi wan re hene. Di vê çerçoveyê êrîşan de jî me helwesta xwe diyar kiriye. Me xwestiye ew jî helwesta xwe diyar bikin. Di daxuyaniyên xwe yê fermî de wan asta helwesta xwe diyar kirine. Carê wisa jî weke ku dibêjin, ‘em bi şêwazê re ne bi Tirkiyê re ne, şerê dijî DAÎŞê qels dike, lawaz dike’. Di vê çarçoveyê de her daxuyaniyên xwe didin û ji me re jî vêna dibêjin. Lê di dîtina me de Koalîsyon dikare hîn zelaltir û serttir helwesta xwe diyar bike. Ji ber ku Koalîsyon dizane encamên van êrîşan çawa zirarê dide têkoşîna li dijî DAIŞê. Çawa zirarê dide hebûna hêzên wan ên di herêmê de, çawa zirarê dide ewlehiya wan. Vana hemû xweşik dizanin. Ji ber jî tê xwestin ku helwesta xwe hîn zelaltir diyar bikin û heta qedexeya firandina ezmanî li herêmê bê kirin. Pêwîste helwesteke wisa deynin. Lê bi dîtina me bêdengî tê wateya şirîkatiyê.
Daxuyaniya Bidenî ya derbarê rewşa Sûriyeyê de
Serokê DYAyê Joe Bidenî piştî êrîşên dawî, di daxuyaniyeke xwe de got ku “Operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ewlehiya neewî ya DYAyê xetere ne.” Tu vê daxuyaniyê çawa dibînî?
Ev daxuyanî dereng hat. Diba ku hîn zûtir hatiba. Ev êrîş di salvegera êrîşa li Serêkaniyê de pêk hat (Artêşa Tirkan û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2019an de êrîşî Serêkaniyê û Girê Sipî kiribûn).
Tiştek hebû di daxuyaniyê de; dibêje ji ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser herêmê kirine, em cardin rewşa awarte dirêj bikin. Wisa tê fêmkirin ku Tirkiye dibe sedemê şer, Tirkiye dibe sedema êrîşan, ji bo vê jî divê ev rewşa awarte gereg e berdewam bibe. Em vê erênî dinirxînin û em dibêjin pêwist e wisa be. Lê ne tenê bi daxuyanî be, pratîk jî, ew qedexeya ji Tirkiyeyê re were deynandin û nehêlin ne dronan bikarbînin, ne F16yan ne, jî di bejayê de êrîşan bikin.
“Divê binesaziya Rêveberiya Xweser bê parastin”
DYA têkiliya xwe û we her daîm li gorî têkoşîna li dijî DAIŞê tê kirin diyar dike. Gelo ji bo naskirina statuya we hevdîtinên we bi DYAyê re hene?
Daxuyaniyên rayedarên Emerikayê, bi taybet Biden, wexta hat ser deshilatê, behsa demokrasiyê dikir; bi pêşxistina demokrasiyê, xwedîderketina mafê gelan/pêkhateyan gelek sozên wisa di nav axaftina wî ya hilbijartina serokatiyê de hebûn. Ev girîng in. Ev soz wê çawa pratîk bibin, wê çawa bişopînin, wê çawa bibin destek ji bo pêkhate bibin xwedî mafê xwe. Divê li ser van bisekinin. Ev prensîbên qanûnên navdewletî ne, ên mafên mirovahiyê ne. Ev qanûnên ku Neteweyên Yekbûyî derxistine û xwedî lê derketin û şopandin girîng e.
Di vî warî de, em şerê li dijî DAIŞê girîng dibînin. Çimkî diyar e ku ev pêla Îslamî ya tundrew wê xurttir bibe, wê hîn firehtir bibe. Bi taybet şerê li Xezeyê bi pêş dikeve, ev pêl wê hîn zêdetir bibe. Ji bo vê jî xurtkirina vê îtîfaqê, pêşxistina vê, firehkirina vê giring e û ji bo ku pêş bikeve parastina binesaziyên Rêveberiya Xweser, ên rêveberiya xwecihî, parastina vê gelek girîng e.
Yek jî destekkirina bidestxistina mafên pêkhate, rawestandina êrîşên li ser wan jî girîng e. Tirkiye dewletek endamê NATOyê ye û çekê ku bikartîne li dijî pêkhateyan, li dijî demokrasiya ku li herêmê heye, çekên NATOyê ne. Di vî warî de helwesta Emerîkayê ji bo rawestandina vî şerî û bi taybet xwedîderketina li prensîbên ku ew dibêjin ê me ne, li soza ku dane xwedîlêderketin em girîng dibînin.
“Em niha di qonaxa qirkirinê de ne”
Ger îradeya siyasî ya Rojava bê qebûlkirin, wê bandoreke çawa li herêmê bike?
Bi rastî niha em di penca qirkirinê de ne. Êrîşên hene di asta qirkirinê de ne. Li Başûrê Kurdistanê binêrin, li Bakûr binêrin, li Rojava binêrin. Bi giştî em penca qirkirinê de ne. Em dixwazin xwe ji wê penca qirkirinê derxînin. Û ev ancax bi desteka raya giştî a Kurdan çêbibe.
Projeyeke li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Projeyeke netewa demokratîk e, biratiya gelan e, aramî ye, wekhevî ye, azadiya jin e. Hemû tişt hene. Tirkiye vê derê dike hedef û dixwaze li vir vê tecrûbeyê bifetisîne, qirkirinê pêk bîne, dîrokê dubare bike.
Ji ber vê jî raya giştî ya kurdan û a dostan, dostê kurdan ji gelên din, gelek girîng e ku di wextên wisa de reaksiyona di cî de, bi bandor li her derê bên nîşandan. Di serî de ev giring e. Ev ê bibê sedema misogerkirina hebûna vê projeyê û qebûlkirina wê jî. Li derveyî vê, em bibêjin dewlet qebûl bikin, heya qebûl jî bikin, divê di serî de pêwiste destûra Suriyeyê vê qebûl bike. Danûstandinên fermî di navbera welatan de, di navber dewletan de, di navber gelan de yên ji bo vê projeyê giring in. Em jî li ser vê dixebitin û em bi hêvî ne ku em karibin xwe ji penca qirkirinê xelas bikin û em karibin vê projeyê jî mayînde bikin.
“Rayedarên Tirk spasiya me kir”
Rayedarên Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe de ji bo we dibêjin, “ew der xetere ye ji bo me.” Bi rastî jî hûn ji bo Tirkiyeyê xetere ne?
Di dawiya 2013an de hevdîneke min li gel rayedarên Wezareta Karûbarên Derve yên Tirkiyeyê re çêbûbû. Wê demê YPG parastina sînoran dikir. Rayedarên wan bi rengekî vekirî ji min re gotin, ‘Em spasiya we dikin ku şervanên kurd li ser vî sînorî ne. Ewlehî di welatê me de, li saya va şervanên li ser vî sînorî heye. Ama cihê ku komên Artêşa Azad her roj problem hene, her roj pirsgirêk hene.’ EV axaftinên rayedarên Wezareta Derveyî ya Tirkiyeyê bûn. Tirkiye ji her kesî zêdetir dizane ku zirarek me li dijî ewlehiya Tirkiyeyê tune. Lê di aliyê demokrasiyê de erênî bandora me heye.
Niha di aliyekî de projeya me alîkar e bi gelê Tirkiyeyê re, bi civaka Tirkiye re. Li Tirkyeyê krîzek aborî ya pir kûr heye. Her daîm rêveberiyeke leşkerî li wê derê heye. Demokrasî nîn e. Ha eger li vir demokrasî hebe û wê bandor bike li Tirkiyeyê jî. Ez behsa desthilatdariyê nakim. Ez behs nakim ku kî li wir bibe desthilatdar. Ez behsa demokrasiya nava civak û demokrasiya ku dewlet li beramber vê demokrasî hişyar be, ez behsa vê dikim.
Yanî ev projeya demokrasiyê ya li vir, di aliyê erênî de ve wê bandorê bike li ser Tirkyeyê. Lê deshilatdar vê ji bo xwe xetere dibine. Dibeje eger li wir demokrasî çêbibe, ez ê jî li ser vê kursiyê nemînim. Halbûkî projeya me parvekirin e; dibêje îşê min ji te nîn e. Tu carî ev projeya me ne xeter e li ser ewlehiya dewlata Tirkiyeyê.
“DAIŞ ne qediyaye”
Rewşa dawî ya kampên ku militan û malbaên DAIŞiyan li wan tên girtin çi ye? Hûn daxwaz ji welatên cîhanê dikin ku bên welatiyên xwe yên DAIŞî bibin. Gelo di vî warî de ti pêşketin heye?
Bangên me gelek çêbûn. Hinek welat hene tên zaroka dibin. Hinek hene malbat û zarokan dibin. Ên din dimînin û ev barekî giran e. Him di aliyê ewlehiyê de xetereyek pir mezin çêdikin, him di aliyê madî de bargiraniyeke pir mezin çêdikin. Bi taybet piştî ku ev binesaziya herêmê kirin hedefa, îmkan, derfet cardin lawaz bûn. Dewlet gelek ditirsin û heta niha pir bi zehmetî dewlet dibêjin ka em ê endamên xwe yan jî hemwelatiyên xwe bibin. Va me bihîst DAIŞê li Bruksel pir bi tundî êrîşek pêk anî. DAIŞ neqediyaye. Di vî warî ev xetere heye û dewlet jî bi rastî ne bi dil in û her daîm li ser ewlehiya xwe ditirsin û pir ne hevkar in, di vî warî de.
“Hewldanên rizgarkirina DAIŞiyan dewam dikin”
Beriya niha we gotibû ku Artêşa Netewî ya Sûriyeyê kampên DAIŞî û malbatên wan lê dimînin, dikin hedef. Ev risk hîna berdewam dike?
Esas hêzên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, plan datînin û êrîş li ser van qampa dikin. Mesela êrîşa berê vê ya ku li ser hepsa Hesekê çêbûbû, bi desteka hinek grupên girêdayî Turkiyê hatibû plankirin.
Plan her daîm hene. Agahiyên ku amadekarî tên kirin, tên digihîjin cihên pêwendîdar. Digihîjin me jî. Dixwazin her daîm alîkariyê bikin û wan ji hepsan derxînin. Mesela dixwazin grûban carê bi dizî ji nava qampan derxînin. Heta niha bi dehan grupên jin û zarok hatine girtin.
“DAIŞê dest ji armancên xwe bernedaye”
Êrîşên DAIŞê yên li ser Hesekê û Dêra Zorê berdewam dikin? Li wir rewşa dawî çawa ye?
Di hundirê hefteyekê de, çend çalakiyên li dijî DAIŞê hatin meşandin. Tê de emîrên DAIŞê hatine girtin yan jî hatine kuştin. Hucreyên DAIŞê di rewşên wisa de her daîm firsetê dibînin û xwe ji nû ve birêxistin dikin. Ev di êrîşa de hatine girtin yanî dikevin rewşa êrîşê. Wexta ku dixwazin êrîş li ser saziyeke me bikin, di wê wexta de tên girtin. Di vê demê de hem li Dêrazorê, hem li Hesekê û deverên din ev kar hatine meşandin û hewldanên wan careke din çêbûye. Karên wan nesekinî ye. Dest ji armancên xwe bernedane. Jinên di kampên DAIŞî lê tên gritin de dimînin, hêj jî zarokên ku tînin dinyayê bi xeyala ku ji nû de Dewleta İslamî ava bibe xwedî dikin. Wan mezin dikin da ku bikin şervan û Dewleta Îslamî ava bikin, bi wê xeyalê zarokên xwe xwedî dikin. Ji bo vê jî xetere hîn gelek mezin in, hîn gelekî zêde ne. Ji ber wê, ev şirîkatiya heyî ya Koalîsyonê û QSDyê pir girîng e.
“Dibe ku şerê Israîl-Filistînê li herême belav bibe”
Şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de vê demê dawiyê gûrtir bûye. Gelo ev şer wê bandoreke çawa li herêmê û li Rojavayê bike? Wê demeke berê got, dibe ku berfirehtir bibe.
Ev şer bandora xwe li Suryeyê dike. Du sê caran balafirxane hatin lêdan û xizmetê derketin. Windahî çêdibin. Ji aliyê herêma nêzî Şam û beravê, wê derê êrîş çêdibin. Dibêjin rêxistinên ku di hundirê Suriyê de hene, ên Îslamî ewana vê eniyê bikartînin li dijî Îsraîlê. Bi şêwazekî Suriye dibe eniyeke din a şer. Mîna Xezeyê. Xetereyeke wisa heye.
Em jî vê dibêjin; pir girîng e ki Sûriye xwe dûrî vî şerî bike. Bi çi şêwazî dibe bila bibe. Ji ber ku Sûriye bi xwe li ser agir e. Gelekî grîng e ku xwe ji şer dûr bixe û pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin.
Ev îhmala gelek mezin e ku şer li herêmê berfirehtir bibe. Ji ber ku mesele tenê Hemas nîn e. Piştgirên wan, di serî de hikûmeta AKPyê, aliyên dinên ê ku di nava vê pêlê de rol dileyizin; beramberî vê, dinya tev alikariya Îsraîlê dike. Ji bo vê jî ev şer wisa xuyaye, bi îhtîmal ku, ez vê bi xemgînî dibêjim, şer firehtir bibe, gelek welatan bigre nava xwe jî.
Li kû dera şer lê heye, her daîm daxwaz û têbiniyên me ew in ku li şûna şer bi diyalogê pirsgirêk çareser bibin. Em wisa dibînin ku bi rastî gelê Filistîn xwedî maf e, pêwist e di vî warî de mafê Filistîn bên qebûlkirin. Li ser axa xwe bijîn. Em bi doza wan re ne. Li beramber vê, Yahûdî ew jî gelê herêmê ne. Ya rast ew e ku bi diyalogê van pirsgirêkan çareser bikin. (RT/FD)