Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
KCD, DBP û HDP wê di salvegera 15ê Sibatê de ber bi Gemlîkê, navçeya Bûrsayê ve bimeşin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiay DBPyê pêk hat û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Hevseroka Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Safiye Akdag beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Hevserokê KCDê Berdan Ozturkî metna bi kurdî, Hevseroka MED TUHAD-FEDê Safiye Akdagê jî ya bi tirkî xwendin.
Ozturkî diyar kir ku, ji bo tecrîta li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî rabe, wê di 6ê Sibatê de li navçeya Qoser a Mêrdînê û li navçeya Gever a Colemêrgê ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixin. Li gorî daxuyaniya Ozturkî wê dirûşmeya meşe “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” be.
Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de li Kenyayê hatibû desteserkirin û ew anîbûn Tirkiyeyê. Abdûllah Ocalan ji Sibata 1999ê û vir ve, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji Adara 2015ê û vir ve li Girtîgeha Ewlehiya Xurt a Îmraliyê tên girtin. 22 meh in ti agahî ji Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaşî nayê wergirtin.
“Daxwaza me avakirina aştî û azadiyê ye”
Bedran Ozturkî diyar kir ku, herî dawî CPTyê serdana Îmraliyê kiriye û heta niha bi raya giştî re ti daxuyaniyek nehatiye parvekirin: “Ev nêzî 22 meh in derbarê rewşa Birêz Ocalan de tu agahî nayên standin. Meha borî heyeta CPTyê çû Girava Îmraliyê û tu daxuyaniyên şênber û zelal diyar nekirin. Ji ber vê bêdengiya CPTyê fikar û şikên me û gel, hîn zêdetir bûne. Nêzikatiya dewletê ya li hemberî Birêz Ocalan bandorê li çarenûsa hemû welêt dike. Tecrîda Îmraliyê çiqas giran bibe, welat zêdetir ber bi faşîzmê ve tê kişandin. Li ser vê rastiyê em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî dikin ku li hemberî tecrîdê bi hestiyar bin û bertekên xwe nîşan bidin. Helwesta me ya li dijî polîtîkaya tecrîdê jî ji ber daxwaza me ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, bi taybetî pirsgirêka kurd û avakirina aştî û azadiyê ye.”
“Tecrîda Îmraliyê tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd”
Ozturkî anî ziman ku, li Îmraliyê hemû pîvanên etîk hatine rawestandin û bang li hikûmetê kir: “Desthilatdariya AKP-MHPyê hewl dide li ser Birêz Ocalan polîtîkaya mirinê pêk bîne û wî bide jibîrkirin. Divê bi lez derbarê rewşa Birêz Ocalan de bersivek bê dayîn û ew li gel parêzerên xwe hevdîtenekê pêk bîne. Ev mijara ku divê nebe amûreke siyasî, di nav gelên Tirkiyeyê û bi taybetî gelê kurd de dibe sedema hêrs û fikaran. Divê hikûmet van fikaran çareser bike. Heta ku tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan bidome, Tirkiye wê nikaribe ji krîza aborî, siyasî û civakî ya ku tê de ye rizgar bibe. Ji ber ku tecrîda Îmraliyê tê wateya çaresernekirina pirsgirêka Kurd, berdewamiya şer, xîzanî û krîzên giran.
“Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin”
Parlementerên HDPyê li dijî tecrîda li ser Abdûllah Ocalanî 25 roj in li ber Parlamentoyê çalakiya Nobeta Edaletê pêk tînin. Ozturkî diyar kir ku, heta îro li hember vê çalakiyê ti bersiv nehatiye dayîn. Li hemberî vê yekê ew ê jî di 6-15ê Sibatê de meşekê li dar bixin. Ozturkî derbarê meşa sibatê de wiha got: “Armanca sereke ya meşa me ya wê ji Qoser û Geverê dest pê bike û heta Enqereyê bidome ew e ku bi lez Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne!
“Em aşkera diyar dikin ku êdî tehamula me li hemberî vê siyaseta xapandinê nemaye. Heta ku ev tecrîda giran li ser Birêz Ocalan rabe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li hemberî tecrîdê êdî em ne li benda gotinên balkêş, xapandin û manîpulatîf in, em li benda gavên şênber in. Birêz Ocalan ji bo me û bi milyonan mirovan hêviya çareseriya demokratîk e. Em dixwazin vê hêviyê ji tarîtiya tecrîdê derxînin û li welatekî azad û demokratîk bijîn. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li vîna aştî, azadî û demokrasiyê derkevin û hemû derdorên demokratîk piştgiriyê bidin meşa me.” (RY/FD)