Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanê li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Tîpa Fyê ya Îmraliyê girtiye, serî li Komîteya Pêşîlegirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) daye.
Li gorî nûçeya Mehmet Aslanî ya di MAyê de hatiye weşandin, parêzeran daxwaz ji CPTyê kiriye ku rapora xwe ya derbarê serdana Îmraliyê de aşkere bikin. CPTyê di navbera 20 û 29ê Îlona 2022yan de serdana Îmraliyê kiribû.
Zêdetirî 21 meh in ku ji Abdûllah Ocalanê 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtiye û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirimê di heman girtîgehê de ne, ti agahî nîne.
CPTyê aşkere kiribû ku ew di navbera 20 û 29ê Îlonê de hatine Tirkiyeyê û wan serdana Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Tîpa Fyê ya Îmraliyê kiriye lê ti zanyarî nedane ku bê ka bi Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî re hevdîtin kiriye yan na.
Serlêdanên parêzer û malbatan bêbersiv in
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Asrinê di daxwaznameya xwe de gotiye ku mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran, yê telefon, name û ragihandinê, parastin û dadgehkirina adil jî tên astengkirin. Her weha wan bibîr xistiye ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) van mafan diparêze.
"Rewşa 'Incommunicado' (negirtina agahiyê) hêj girantir bûye. Di nava 3 mehên dawî de bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarî ya Bursayê û Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Tîpa Fyê ya Îmraliyê hate dayîn. Parêzeran 32 caran û malbatan jî 14 caran serî li her du saziyan dan. Lê ev serlêdan bêbersiv hatin hiştin.
"Di serî de saziyên Ewropayê, ji 22 welatên cuda 350 parêzeran di 14ê Îlonê de, di 19ê Îlonê de jî ji Rojhilata Navîn 756 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan, lê bersiva van serlêdanan nehatin dayîn. Aqûbeta nameyên di demên berê de ji serlêderan re hatine şandin, nayê zanîn. Her wiha nayê zanîn bê ka nameya nû ya di 27ê Îlona 2022yan di dema vê raporê de hatiye şandin, gihiştiye yan na."
"Divê raporê aşkere bike"
Di daxwaznameyê de parêzeran bal kişandiye li ser serlêdana CPTyê ya di demên dawiyê de hatiye kirin û wan gotiye ku ti daxuyanî nehatiye dayîn, rapor jî nehatiye aşkerekirin û digel têkilî hatibe dayîn jî ti tiştek nehatiye gotin:
"Divê komîteya we rapora xwe ya têkildarî serdana dawî tavilê bi raya giştî re parve bike. Ev yek hem hewcedariyeke hem jî li gorî rewşa incommunicadoyê, rewşeke mecbûrî ye. Weke ku di raporên Komîteya we de jî hatiye diyarkirin, rewşa 'Incommunicado' dema kesên li hundir bi ti awayî nekarîn bi derve re peywendiyan deynin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin derdikeve holê. Nayê fêmkirin bê ka Komîteya we çima prosedûrên Xala 10/2yan a CPTyê ku ji bo pêşîlêgirtina rewşa 'incommunicado' tê bikaranîn, naxe meriyetê. Ev yek jî li ser helwesta Komîteya we gumanên mezin çêdike. Serdana we ya dawî rewşeke wisa ava kir ku dewleta Tirkiyeyê, hikûmet, otorîteyên cemaweriyê û dadgeh we cidî nagirin û serdana we tenê formalîte ye."
Daxwazên parêzeran
Di berdewamiya serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
* Divê komîteya we rapor û tespîtên xwe yên têkildarî serdana dawî 'tavilê' bi raya giştî re parve bike.
* Ji bo ku parêzer bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, hewceye hûn rê li ber biryarên derhiqûqî yên bi rêya dadgehan tên dayîn, bigirin.
* Ji bo ku malbat û vasî bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, divê hûn tiştên pêwîst bikin ku rê li ber cezayên disiplînê yên derhiqûqî were girtin.
* Li gel bicihanîna mafê serdanê, her wiha divê serlêdêr bikarin mafê xwe yên hevdîtina bi rêya telefonê jî bi kar bînin û hûn bingeha vê amade bikin.
* Ji bo ku girtî bikarin bi derve û parêzerên xwe re bi rêya name, telgraf û faksê peywendiyan deynin, hewceye hûn bikin ku hemû astengî werin rakirin.
* Divê sepanên derhiqûqî yên ji bo qedexekirina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.
* Divê tevdîrên didin zorê ku rewşa îşkence, miameleya dermirovî û nebaş û incommunicadoyê bi dawî bibe werin girtin û prosedûrên di çarçoveya Xala 10/2. a Peymanê karîger bibin.
(AS/FD)