Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê di sala 2022an de daye despêkirin de di 24ê Îlonê de li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Ankayê ve gelek malan de girtin.
Polîsan bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
Di serdegirtinan de dest danîn ser pirtûk, kovar, rojname û malzemeyên dijital ku bi piranî bi kurdî bûn. Biryara nepenîtiyê li ser lêpirsînê ye û 29 kes hatin desteserkirin.
Xwediyê Payîz Pirtûkê serbest bû
Di çarçoveya lêpirsînê de duh (25ê Îlonê) danê êvarê 2 kesên din jî hatin desteserkirin. Yek ji kesên hatin desteserkirin Endama Desteya Weşanê a Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz e.
Di serdegirtinan de heta niha 25 kes hatine desteserkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kesên hatin desteserkirin li Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Amedê tên ragirtin.
Xwediyê Pirtûkxaneya Payîz Pirtûkê Cîhat Guney piştî îfadeya duh a li dozgeriyê serbest bû.
Polîsan li Payîz Pirtûkê dest danîn ser 409 pirtûk, 144 kovar û rojnameyan
(TY/AY)