Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de polîsan bi ser Payîz Pirtûkê de jî girtin. Polîsan piştî lêgerîna 4 saetan dest danîn ser 409 pirtûk û 144 kovar û rojnameyan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê lêgerîna li Payîz Pirtûkê bi dawî bû. Di lêgerîna ku di saet 05.00an dest pê kir û saet 10.00an de bi dawî bû de dest danîn ser gelek pirtûkên ku di Weşanên Aram, Aryen, Sîtav û J&Jyê de derketine.
Polîsan bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
Di lêgerînan de bi îdiaya ku derbarê hin kovar û pirtûkan de biryara komkirinê heye û hin ji wan “propagandaya rêxistinê dikin” hin ji wan jî “li gorî fikrên rêxistinê ne” 409 pirtûk û 144 kovar û rojname hatin komkirin.
Di lêgerînê de dest danîn ser hin hijmarên rojnameyên “Yenî Yaşam” û “Xwebûnê”, nameyên ji girtîgehan hatine, kovarên “Jineolojî” û “Modernîteya Demokratîk” yê.
Di çarçoveya lêpirsînê de xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney jî hate desteserkirin.
(AY/TY)