Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îro çav li rê ye ku di doza kuştina Denîz Poyrazê de heyeta dadgehê biryara xwe bide. Onûr Gencerî di 17ê Hezîrana 2021ê de li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya rêxistina Îzmîrê êrîşeke çekdarî pêk anîbû. Di dema êrîşê de Gencerî Denîz Poyraza xebatkara HDPyê qetil kiribû. Heyeta dadgehê Onûr Gencer bi cezayê miebeta girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Heyeta dadgehê Onûr Gencer bi cezayê miebeta girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê ceza kiriye. Heyeta dadgehê ji ber sûcê "kuştina bi plankirî" bersûcê girtî Onûr Gencer bi miebeta girankirî û ji ber sûcê ku "ziyan daye mal û milkan" bi çar sal, ji ber sûcê ku "parêzbendiya avahiyan binpê kiriye" du sal û ji ber sûcê "li dijî qanûna çekên gulebar derketiye" sê sal cezayê girtîgehê ceza kiriye.
Danişîna beriya niha ji ber alozî û nîqaş derketibû, heyeta dadgehê biryar girtibû ku dadgehkirin li Kampûsa Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê pêk bê.
Beriya danişînê, li derdora Kampusa Girtîgeha Şakranê tedbîrên awarte hatin wergirtin.
Hêzên ewlekariyê kesên ku bi wesayitên xwe hatin ji bo danişînê bişopînin, beriya kampusê bi 200 metroyî sekinandin û nasnameyên wan kontrol kirin.
Çav li rê bû ku danişîn saet di 10.00ê de dest pê bike.
Parêzeran qebûl nekir ku li ser wan bigerin
Serokê dadgehê xwestiye ku parêzer di navgîna X-rayê de derbas bibin. Parêzerên malbatê û Serokê TBByê Erînç Sagkanî, derbarê vê mijarê de gotûbêj kirin.
Piştî ku hate gotin parêzerên belgeya wan a erkdariyê heye wê nikaribin bikevin danişînê û li ser parêzeran bigerin, parêzer beşdarî danişînê nebûn.
Danişîn bêyî ku parêzerên malbata Denîz Poyrazê beşdar bibin, saet di 11.00ê de destpê kir.
Salona dadgehê ya bêparêzer
Beriya danişîn destpê bike bi du saetan Serokê TTByê Erînç Sagkan axiviye û got:
“Ji saetên sibehê û vir ve danûstandinên me dewam dikin, dixwazin parêzer ji navgîna X-rayê derbas bibin û biçin salona danişînê, me got em vê qebûl nakin. Niha li dadgehê bi tenê parêzerên bersûcan hene. Ev tabloyeke wiha ye ku hikûmeta AKPyê demeke dirêj e dixwest derkeve: Salona dadgehê ya bêparêzer. Îro li vir çi biryar bê dayîn bila bê dayîn wê ne li gorî hiqûqê be.”
Paşê parêzeran dest bi çalakiya rûniştinê kir. Sloganên "Parastin bêdeng nebû wê bêdeng nebe" û "Em ê bi berxwedanê biser bikevin" berz kirin.
Beriya danişînê, li derdora Kampusa Girtîgeha Şakranê tedbîrên awarte hatin wergirtin.
Hêzên ewlekariyê kesên ku bi wesayitên xwe hatin ji bo danişînê bişopînin, beriya kampusê bi 200 metroyî sekinandin û nasnameyên wan kontrol kirin.
Beriya danişîn destpê bike, saziyên jinan, rêxistinên civaka sivîl û parlamenteran li ber avahiya girtîgehê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar jî beşdarî civînê bû û got:
“Dîroka Tirkiyeyê bi kuştinên siyasî tijî ye, di hemûyan de jî rêbaz heman e. Ne ku tiştên li pişt van kuştinan lêkolîn bikin, her carê ser wan girtine. Ger di kuştinên berê de rastî derketana holê, dibe ku îro hevala me Denîz Poyraz li jiyanê ba. Lê dadgehê dixwaze kuştinê, weke ku kesekî bi serê xwe kiribe nîşan bide.
“Ew ne bes e, revandin vir, ev senaryo gelekî tê naskirin, bi salan e heman fen û fût in. Heta edalet pêk neyê, kes nikare xwe di nava ewlehiyê de bibîne.”
"Em ê ne bin aliyê lîstika li hundir tê lîstin"
Serokhe berê yê Baroya Îzmîrê Parêzer Ozkan Yucelî jî got:
"Li hundir lîstikekê dilîzin. Em ê nebin aliyê vê. Ditirsin ku lîstika li hundir dilîzin a ji bo faîlên rast nebînin û ev lîstik di zabitnameyên dadgehê de neyên nivîsîn û hayê civakê ji vê çêbibe. Ev kuştineke wiha ye ku meczûbekî Denîz kuştiye, ev ê bi hemû hûrgiliyên xwe wê li salona danişînê derkeve. Em ê nebin şirîkê lîstika wan a ku di bin navê dadgehê de dilîzin."
Serokê Baroya Êlihê Erkan Şensesî jî got: "Îro li vir pêkanîneke rewşa awarte heye. Nabe bê parêzer dadgehkirin pêk bê, pêkanîneke li dijî Destûra Bingehîn bicih dikin. Kuştineke din wê bikin yeke kujerên wê nediyar. Bila deyn be di stûyê me de ku em ji bo kesên bûne qurbaniyên kuştinên failên wan ne diyar têkoşînê bikin."
Beriya danişîn destpê bike, saziyên jinan, rêxistinên civaka sivîl û parlamenteran li ber avahiya girtîgehê civîneke çapemeniyê li dar xist.
"Di hemûyan de rêbaz heman e"
Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar jî beşdarî civînê bû û got:
"Dîroka Tirkiyeyê bi kuştinên siyasî tijî ye, di hemûyan de jî rêbaz heman e. Ne ku tiştên li pişt van kuştinan lêkolîn bikin, her carê ser wan girtine. Ger di kuştinên berê de rastî derketana holê, dibe ku îro hevala me Denîz Poyraz li jiyanê ba. Lê dadgehê dixwaze kuştinê, weke ku kesekî bi serê xwe kiribe nîşan bide.
"Ew ne bes e, revandin vir, ev senaryo gelekî tê naskirin, bi salan e heman fen û fût in. Heta edalet pêk neyê, kes nikare xwe di nava ewlehiyê de bibîne."
#DenizPoyraz Davası'nda karar günü | Duruşma öncesi konuşan HDP Eş Genel Başkanı Mithat Sancar:
— bianet (@bianet_org) December 27, 2022
"Mahkeme cinayeti tek bir kişinin münferit cinayeti gibi göstermeye çalışıyor"https://t.co/7Q6WasPuxz pic.twitter.com/Fcyt0GxBWx
(RT/AÖ/FD)