Dadgeha Îstînafê cezayê li kujerê Denîz Poyrazî hatiye birîn, pesend kir

Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Îzmîrê, cezayê ku li Onûr Gencerî, kujerê Denîz Poyrazî hatiye birîn, pesend kir.
Onûr Gencerî, di 17ê Hezîrana 2021an de bi ser avahiya rêxistina bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtibû û Denîz Poyraza HDPyî kuştibû.
Dadgeha 6an a Cezayê Giran a Îzmîrê di encama dadgehkirinê de cezayê miebeta girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê li Gencerî birîbû.
Parêzera malbata Denîz Poyrazê Turkan Aslan Agaçê û parêzerê Onûr Gencerî serî li Dadgeha Îstînafê dabûn. Dadgeha Îstînafê, di encama lêkolînê de biryara xwe da û diyar kir ku biryara Dadgeha 6an a Cezayê Giran a Îzmîrê hiqûqî ye û ti kêmasî tê de nîne. Parêzer Turkan Aslan Agaçê di serlêdana xwe de 5 xal nîşan dabûn lê Dadgeha Îstînafê ti hincet ji bo van xalan ranegîhand û ew nepejirandin.
Parêzerê Onûr Gencerî ji Dadgeha Îstînafê daxwaz kiribû ku Gencerî tehliye bikin. Lê Dadgehê ev daxwaz jî nepejirandiye. (RT/FD)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
