MEHMET KAMAÇ, SEROKÊ PÎAYÊ:
“Dema dibe behsa kurdan, mixalefet û desthilat dibin yek”

Fotograf: PÎA - Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Însan û Azadiyê ev sê sal in ku bi awayekî fermî nayê avakirin. Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê partiyê got ku wan ji bo partiyê ava bikin serê li Wezareta Karûbarên Nawxweyî dane, ji ber ti bersiv derneketiye wan gelek caran daxwazname pêşkêş kirine lê heta niha rasterast ti bersivan nadin wan.
Partiyê di bernameya xwe de cih daye Peymana Medîneyê ku di dîroka Îslamiyetê de xwedî roleke mezin e. Di heman bernameyê de gotiye ku “mafê kurdan heye ku siberoja xwe tayîn bikin.” Partiyê di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de piştgiriya namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû.
Kamaçî ji bianetê re behsa wê pêvajoyê kir ku çawa partiya xwe birêxistin kirine û nekarîbûn wê ava bikin.
Li gor nêrîna Kamaçî tê xwestin ku kurdên kevneparêz dengên xwe bidin Partiya Devayê yan jî Partiya Siberojê ku par hatibûn avakirin. Kamaçî wiha got: “Lewre dewlet di meseleya mixalefetê de ji siyaseta dewletparêz an jî ya azadîxwaz, ya yekem dipejirîne û dema dibe behsa kurdan, mixalefet û desthilat dibin yek.”
Kamaçî wiha dewam kir:
“Ew helwesta ku destûra avakirinê daye partiyên weke Deva û Siberojê, dixwaz derdorên kevneparêz ên ji AKPyê dûr dikevin, li derekê kom bibin. Bi vî awayî astengiyê datînin ber Partiya Însan û Azadiyê ku ji nava kurdan derketiye û dikare nûnertiya derdorên oldar û kevneparêz bike.” (DŞ/FD)
Di çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê de 13 xwendekar hatine desteserkirin

BIANET LI ÇORLÛYÊ YE
“Şanda we kujeran diparêze”
.jpg)
Danişîna doza “Keskesorê” ya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê pêk hatiye

Melih Bulu niha jî bûye dekanê Fakulteya Ragihandinê

DOZA PÊŞANGEHA BOGAZÎÇİYÊ
Du xwandekarên girtî serbest bûne
