Rewşeke ku em di van rojên dawî de gelek caran pê re rû bi rû dimînin, xwekuştina zarokan e. Ev rewş ji bo civakê pirsgirêkek cidî ye.
Di civaknasiyê de xwekuştin, ji kiryareke takekesî zêdetir, weke diyardeyeke civakî tê dîtin. Durkheim dibêje ku xwekuştin, di wan şertan de pêk tê ku ferd û civaka tê de dijî li hev nakin. Teoriya Durkheim di derbarê sedemên civaknasî ên xwekuştinê de îro jî derbasdar e. Lêkolînên dawî nîşan didin ku faktorên civakî ve û hem jî faktorên kesane bandorê li ve xwekuştinê dikin.
Ji aliyê civaknasî ve xwekuştina zarokan weke hewldana zarokan a ji bo bidawîkirina jiyana xwe dikare were pênasekirin. Ev hewldan dibe ku bibe sedema mirina fizîkî an jî birînên giran.
Di van salên dawî de, li seranserê cîhanê rêjeya xwekuştina zarokan zêde bûye.
Tê bawerkirin ku çend faktor bûne sedema vê zêdebûnê. Di nav wan de ev faktör hene:
Pandemî bandorek girîng li ser zarok û ciwanan kir û bû sedema zêdebûna pirsgirêkên tenduristiya derûnî.
Ji bo zarok û ciwanan, medyaya civakî dikare xetereya rûbirûbûna naveroka neyînî ya ku dikare raman û tevgerên xwekujî teşwîq bike zêde bike. Bi taybetî hin lîstikên înternetê dikarin rê li ber xwekuştinê vekin. Ji bo nimûne, lîstika "Whale Blue."
Pergala perwerdehiyê dikare ji bo zarok û ciwanan bibe çavkaniyek girîng a stres û fikaran.
Tundiya li nav malê, dikare xetera xwekuştinê li ser zarokan zêde bike.
Zarok ji ber ku xwe bêçare, tenê û bêhêvî hîs dikin xwe dikujin. Ev hest dikarin ji gelek sedeman derkevin.
Nexweşiyên derûnî yên wekî depresyonê, nexweşiyên meraqê, nexweşiya bipolar û şîzofreniyê dikarin rîska xwekuştinê li zarokan zêde bikin.
Bûyerên jiyanê yên trawmatîk ên wekî windakirina dêûbav an hevberdanê, tundkariya li nav malbatê, îstîsmara zayendî, zordestiya hevalan û karesatên xwezayî dikarin xetera xwekuştinê li zarokan zêde bikin.
Zarokên ku ji mezinan û hemsalên xwe piştgiriyeke têrker a civakî wernagirin, di bin metirsiya xwekujiyê de ne.
Zarok mêldarê şaştêgihiştinên fêhmî ne ku dibe sedema fikrên xwekujiyê. Mînak, dibe ku fikrên wan ên wekî "Ez nikarim tiştekî rast bikim" an "Kes ji min hez nake" hebin.
Li Tirkiyeyê rêjeya xwekuştina zarokên 10-14 salî li gorî zarokên 15-19 salî kêmtir e. Ji ber ku zarokên di navbera 10 û 14 salî de kêmtir nexweşiyên derûnî li wan peyda dibin û zêdetir piştgiriya civakî distînin. Lê di van salên dawî de tê dîtin ku di zarokên di navbera 10-14 salî de rêjeya xwekuştinê zêde bûye.
Divê dêûbav baldar bin ji bo vî tiştî, nîşanên zarokê wan nîşan didin ku di xetereya xwekujiyê de ne nas bikin. Ev nîşan ev in:
Axaftina li ser mirin an xwekuştinê, hestên bêhêvîbûnê, hestên sûcdar an şerma giran, tirsa windakirina heval an endamên malbatê, wendakirina heval an endamên malbatê, guhertinên tevgerê, windabûna eleqeya çalakiyên civakî li dibistanê, hestên tenêtiyê an îzolasyonê, hewla xwekujiyê ya berê.
Heke hûn van nîşanan di zarokê xwe de bibînin, girîng e ku tavilê bi pisporan re bikevin têkiliyê. Berî ku hûn bi pisporekî/ê re bişêwirin, hûn dikarin li ser tenduristiya derûnî ya zarokê xwe lêkolînê jî bikin. Ev ê ji we re bibe alîkar ku hûn fêm bikin ka zarokê we dikare ji çi cûreyên dermankirinê sûd werbigire. Ger fikarên we li ser tenduristiya derûnî ya zarokê we hebin, girîng e ku hûn fikarên xwe bi pisporekî/ê re parve bikin. Pisporek dikare rewşa zarokê we binirxîne û dermankirina guncaw pêşniyar bike. Heke hûn ji tenduristiya derûnî ya zarokê xwe bi fikar in, hin pisporên ku hûn dikarin bi wan bişêwirin ev in: Psîkiyatr, psîkolog, xebatkarê civakî, şêwirmendê malbatê.
Ji bo pêşîlêgirtina xwekuştina zarokan hin tişt hene ku dikarin bêne kirin:
Têkiliya vekirî û ji dil bi zarokê xwe re saz bikin. Damezrandina pêwendiya vekirî û dilpak bi zarokan re yek ji rêyên herî girîng e ji bo kêmkirina metirsiya xwekuştina zarokan. Dema ku hûn bi zarokê xwe re danûstendinek vekirî û jidil saz bikin, hûn dikarin hestên wî baştir fam bikin û piştgiriyê bidin wî.
Li hestên zarokê xwe guhdarî bikin û wî/ê dadbar nekin. Dibe ku zarok ji mezinan bêtir di derbirîna hestên xwe de dijwar bibin. Ji ber vê yekê, gava ku hûn guh didin hestên zarokê xwe, girîng e ku hûn nîşan bidin ku hûn piştgirî ne û ne dadbar in. Dema ku hûn nîşan bidin ku hûn hestên zarokê xwe dadbar nakin û piştgiriya wî dikin, hûn dikarin bi wî re vekirîtir û jidiltir têkiliyê deynin û alîkariya wî bikin.
Tora piştgiriya civakî ya zarokê xwe berfireh bikin. Zarok hewcedarê torên piştevaniya civakî yên bihêz in ku xwe ewle û piştgirî hîs bikin. Piştgiriya civakî dikare ji zarokan re bibe alîkar ku bi stresê re rû bi rû bimînin, demên dijwar derbas bikin û xwebaweriya erênî pêşve bibin. Berfirehkirina tora piştevaniya civakî ya zarokê we veberhênanek girîng e di tenduristiya giyanî ya wî/ê de. Ev dibe alîkar ku wî/ê li hember xetera xwekuştina zarokan biparêze.
(AÖ/FD)