Fotografê manşetê: MA
“Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!”
Nizanim çima lê dema min li şanoya “Tenê Ez” temaşe kir, ev çîrok hate bîra min. Na na, ez ê ji we re behsa çîroka “Dîkil Axa”yî nekim. Kesên biwxazin dikarin li ser vê malperê wê çîrokê bixwînin.
Di şanoya “Tenê Ez” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) de karakterek bi navê Dîko heye. Her çend ti peywendiyek di navbera Dîkoyê şanoyê û yê çîrokê de nebe jî, peyva Dîkoyî ev çîrok anî bîra min. Paşê ez fikirîm,ka gelo ti helbest an jî çîrokên din hene ku tê de behsa Dîkoyî dikin an na? Helbesta Seydayê Cegerxwînî hate bîra min. A ku dibêje: “Li welatê me xerza/ Dîkek hebû şareza./Rokê çû nav dîka,/Ji wan re go hêdîka:”
Beriya ku mijar belawela bibe, a baş ez dîsa berê we û xwe bidim ser şanoya “Tenê Ez”.
“Tenê Ez” yek jilîstikên şanoyên ên TJNyê ye. Di sala 2018ê de ev lîstika şanoyê cara pêşiyê hate lîstin. Piştî wê li gelek festîvalan û li gelek bajaran derket ser dikê. Di sala 2021ê de li Festîvala Şanoyan a Kerkûkê xelata “Baştirîn Lîstikê” û ya “Baştirîn Sînografya”yê wergirtiye.
Lîstika me ya "Tenê Ez" di festîvala Şanoyê ya Kirkûkê de xelata lîstika herî baş stend. Gelek sipas Kerkûk... pic.twitter.com/iIXYsRp4yt
— Teatra Jiyana Nû (@TeatraJiyanaNu) January 1, 2022
TJNyê di 3yê Sibata 2022ê de li Stenbolê, li Moda Sahneyê şano pêşkêş kir û min jî li wir lê temaşe kir.
Şanoya navborî ji ber fîlmê “Dîktatorê Mezin” (The Great Dictator) ê Charlie Chaplinî ve hatiye girtin. Chaplin di sala 1940î de senaryoya fîlmî nivîsandiye, derhêneriya wê kiriye û tê de lîstiye. Fîlm di cûreya komedî-dramê de ye. Yekem fîlmê Charlie Chaplinî ye ku ne bêdeng e.
Chaplin di vî fîlmê xwe de dîktatoriya Hitler, Musollini û bi giştî jî faşîzmê, antîsemîtîzmî û sîstema Naziyan rexne dike. Balê dikişîne ser hovîtî, nîjadperestiya wan.
Cîhad Ekînciyî şanoya “Tenê Ez” ji ber vî fîlmî amade kiriye. Lê helbet rasterast ne ji ber fîlmî girtiye. Wî û ekîbê, şano adapte kiriye. Navên karakteran û welatî, xeyalî ne. Lê bi mesajên cûrbecûr rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û ya kurdan di nava şanoyê de cih ji xwe re girtiye.
Piştî şerê cîhanê li welatê bi navê Tûrmanyayê dîktatorek bi navê Dîko heye. Li welêt krîzeke mezin a siyasî û ekonomîkrû daye. Her weha neteweke bi navê Kardûyan jî li vî welatî heye û bindestên netewa serdest in, kesên Kardûyî. Hebûna Kardûyan nayê qebûlkirin. Dîko vê rewşê û pirsgireka Kardûyan ji bo xurtkirina dîktatoriya xwe bikar tîne.
Di şanoyê de behsa zordestiya Dîko û hevalbendên wî ya li ser Kardûyan tê kirin. Gelê Kardûyê ji vê rewşê ne razî ye û bêzar bûye.
Ta ku rojek tê û Kardûyî êdî dibêjin “bes e!”.
Berberê cihû yê di fîlmê Dîktatorê mezin de dilîze, di şanoyê de dibe berberekî Kardû ku ew û Dîko gelekî dişibin hev. Ew nexweş e û bi salan li nexweşxaneyekê tê dermankirin. Haya wî ji rewşa welêt nîne. Di demên pêş ên şanoyê de berber dikeve şûna Dîkoyî û rewşê berovajî dike.
Şanogeran di lîstikê de hin bûyerên aktuel bi mesajên cûr be cûr bicih kirine. Di cihekî de behsa zêdebûna bihayê elektrîkê dikin ku di van demên dawiyê de li Tirkiyeyê di rojevê de ye. Dîsa valakirina gundan a li Kurdistanê, pêvajoya çareseriyê, rewşa medyayê ya li dijî hebûna kurdan û hin mijarên din jî di lîstikê de hene.
Ji bo şanoyê, hin anîmasyon hatine amadekirin û di dema lîstikê de ew anîmasyon li ser perdeyê tên nîşandan. Her weha di hin deran de vîdeoyên dema şerî tên nîşandan. Ev jî bala temaşevanan dibe ser wan rojên ku di fîlmê Dîktatorê Mezin de behsa wan tê kirin.
Dibe ku şano hinekî din kurt bibe
Di demên pêşiyê de Baran Yilmaz, Cîhad Ekîncî, Rûgeş Kirici, Mehmet Mûsaoglû, Omer Şahîn di lîstikê de dilîstin. Niha di nava ekîbê de Baran Yilmaz nîne. Sakîne Jîr ketiye nava ekîbê. Jîr rola mêran dilîze.
Her yek ji lîstikvanî li gel rolên xwe yên sereke di hin rolên din de jî dilîzin. Mehmet Mûsaoglû him di rola Dîkoyî him jî di ya Berberî de ye. Bi taybet rola Dîkoyê dîktator gelekî serkeftî dilîze.
Şanoyên yek perdeyî ûdirêj baldariyek û performanseke zêde divên. Him ji bo temaşevanan him jî ji bo şanogeran wisa ye. Şanoger divê bikin ku bala temaşevanan ji ser wan neçe. “Tenê Ez” 80 deqîqeyan didome. Di vê demê de şanoger hewl didin temaşevan ji temaşekirina wan aciz nebin. Heta cihekî di vê de serkeftî ne. Lê bi taybet piştî Kardû hewl didin li ber xwe bidin û şanoger vê mijarê bi bûyerên roja me ve girê didin, her du mijar hinekî tevlihev dibin. Bi gotineke din eklektîk dimîne. Bi taybet jî dema em ber bi dawiya lîstikê ve diçin ev bêhtir berbiçav dibe.
Dibe ku hin cih werin kurtkirin ku û bi vî awayî performansa şanogeran jî nekeve.
Li sahneyên din rewş çawa bû/çawa ye nizanim lê li Moda Sahneyê dengê şanogeran piçekî nizm dihat. Dibe ji ber akûstîka vê sahneyê be.
Beriya lîstikê, ekîbê aşkerekiribû ku wê jorniîsa bi tirkî hebe. Bi qasî min li ser medyaya civakî dît, hin kes ji ber ku wê jornivîs hebe, bilêt kirîn û hatin şanoyê. Lê beriya lîstik destpê bike, endamekî ekîba organîzasyonê, got ku pirsgirêgeke teknîkî derketiye û wan çareser nekiriye. Ji ber wê dê jornivîs nebe. Digel vê rewşê jî kesek ji salonê derneket û neçû û hemû kesên hatibûn, heta dawiyê li şanoyê temaşe kirin.
Di du cihan de şanogeran behsa rewşa penaberên li Tirkiyeyê kirin. Di çend salên dawiyê de bi taybet ji bo penaberên Sûriyeyî, hin derûdor dibêjin “wê hikûmet wan bike welatî û di hilbijartinan de ev kes wê dengên xwe bidin hikûmetê.” Di “Tenê Ez”ê de jî ev argumant hatin bilêvkirin. Lê em dizanin ku armanca hikûmetê/hikûmetan çi dibe bila bibe, penaber ji ber şer û pevçûnan, ji ber sedemên ekonomîk an jî hin sedemên din neçar dimînin û terka welatên xwe dikin. Lê hin derûdor bi van argumantan penaberan dikin hedef û di encamê de jî gotin û liv û tevgerên nefretkirinê û cidakariyê li dijî penaberan pêk tên. Lîstikeke şanoyê ya ku behsa dîktatoriyê dike, behsa faşîzm û cidakariyê dike, divê di mijara penaberan de baldartir be û nehêle mesajên cida ji gotinên wan werin famkirin.
Moda Sahne Salona Mezin di navbera 233 û 277 kesan dikare bihewîne. Biqasî ku min dît salon tijî bû.Ev jî ji bo şanoya kurdî, ji bo bernameyên çand û hunera kurdî cihê kêfxweşiyê ye.
Teksta Şanoyê: Cihad Ekinci Reji û Adaptasyon: Rugeş Kırıcı, Omer Şahin, Cihad Ekinci Tevger: Mehmet Selin Sağdıç Dekor Animasyon: Xebat Bayram Teknîk: Roni Ekinci, Xebat Bayram Lîstikvan: Sakîne Jîr, Cihad Ekinci, Rugeş Kırıcı, Mehmet Musaoğlu, Ömer Şahin |
Derbarê TJNyê de*Teatra Jiyana Nû di sala 1991an de bi vekirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) re weke beşeke NÇMyê dest bi xebatên xwe kiriye. Di sala 1992an de kom xwe wek komeke serbixwe saz kiriye û navê "Teatra Jiyana Nû" wergirtiye. Di sala 1996an de Şanoya Hêlîn û di 1998an de jî bi navê Sarya Halk Sahnesi du beşên wê hatine avakirin û xebatên xwe yên perwerdehî û lekolînê bi rê ve biriye. Hin lîstikên ku komê lîstiye Mişko, Mirin û Jiyan, Jinên Bindest, Dewaya Generalê Teneke, Sê Ewrên Dûr, Rojbaş, Govenda Hilo, Bayê Elegezê, Komara Dînan Şermola, Ta, Gurzek (Ne)Lêdan, Zimandirêj, Prometheuse Zincîrkirî, Girav, Em û Ew, Sê Sêv Bi Nanek, Mirina Anarşîstekî, Navê Vê Lîstke Çi ye, Li Welatê Wenclayî Evîn, Nobedarê Dêriyê Cinetê, Şîret, Ji Mirinê Veger Tûneye, Agirê Newrozê, Guşto, Zarokên Apê Musa, Qurmê Darê, Zeviya Jiyanê, Apê Elalepçê, Berber, Dergûşa Cîhanê, Memê Alan, Şert, Mehîr, Du Şivan, Germa Tebaxê, Gunde Xeze, Arizayên Teknîkî, Axuya Spî, Agir, Zîlan, Meşa Jiyanê, Pênc Pêçî,Tirsa Fuhrer, Masîreşa Biçûk, Berû |
(FD)