“Tenê Ez”, lîstika şanoyê ya Teatra Jiyana Nû (TJN) ye ku di demsala nû ya şanoyê de dest bi pêşkêşkirina wê kiriye. Lîstik wê di meha Kanûna Paşiyê (Rebendan, Çile) a 2019ê de pêşî li Amedê û paşê jî li Êlih û Stenbolê bê lîstin.
Lîstika ji ber filmê Charlie Chaplinî yê bi navê “Dîktatorê Mezin” weke lîstika şanoyê hatiye sazkirin.
Teatra Jiyana Nû şanoyê wê di navbera 10 û 12ê Kanûna Paşiyê de li Amedê li sahneya Şanoya Bajêr ya Amedê bilîze. Dîsa 13ê Kanûna Paşiyê li Êlihê li Yeni Sahneyê û û 17 Kanûna Paşiyê jî li Stenbolê li ŞA Performansê û 26ê Kanûna Paşiyê jî li Navenda Su Gosteriyê wê bê pêşkêşkirin.
Di lîstikê de Baran Yilmaz, Cihad Ekinci, Rugeş Kirici, Mehmet Musaoglu û Omer Şahîn dilîzin. Her weha texta şanoyê ji hêla Cihan Ekinciyî ve hatiye amadekirin û Ekinci li gel Rugeş Kirici, Omer Şahinî ve adapteyî şanoyê kirine û derhênerî kirine.
Kunyeya lîstikê wiha ye:
Texta Şano: Cihad Ekinci
Reji û Adaptasyon: Rugeş Kırıcı, Omer Şahin, Cihad Ekinci
Tevger: Mehmet Selin Sağdıç
Dekor Animasyon: Xebat Bayram
Teknîk: Roni Ekinci, Xebat Bayram
Lîstikvan: Baran Yılmaz, Cihad Ekinci, Rugeş Kırıcı, Mehmet Musaoğlu, Ömer Şahin
Derbarê TJNyê de* | |
Teatra Jiyana Nû di sala 1991an de bi vekirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) re weke beşeke NÇMyê dest bi xebatên xwe kiriye. Di sala 1992an de kom xwe wek komeke serbixwe saz kiriye û navê "Teatra Jiyana Nû" wergirtiye. Di sala 1996an de Şanoya Hêlîn û di 1998an de jî bi navê Sarya Halk Sahnesi du beşên wê hatine avakirin û xebatên xwe yên perwerdehî û lekolînê bi rê ve biriye. Hin lîstikên ku komê lîstiye Mişko, Mirin û Jiyan, Jinên Bindest, Dewaya Generalê Teneke, Sê Ewrên Dûr, Rojbaş, Govenda Hilo, Bayê Elegezê, Komara Dînan Şermola, Ta, Gurzek (Ne)Lêdan, Zimandirêj, Prometheuse Zincîrkirî, Girav, Em û Ew, Sê Sêv Bi Nanek, Mirina Anarşîstekî, Navê Vê Lîstke Çi ye, Li Welatê Wenclayî Evîn, Nobedarê Dêriyê Cinetê, Şîret, Ji Mirinê Veger Tûneye, Agirê Newrozê, Guşto, Zarokên Apê Musa, Qurmê Darê, Zeviya Jiyanê, Apê Elalepçê, Berber, Dergûşa Cîhanê, Memê Alan, Şert, Mehîr, Du Şivan, Germa Tebaxê, Gunde Xeze, Arizayên Teknîkî, Axuya Spî, Agir, Zîlan, Meşa Jiyanê, Pênc Pêçî,Tirsa Fuhrer, Masîreşa Biçûk, Berû |
(FD)
* Çavkanî: http://teatrajiyananu.com/