Di nava sala 2021ê de li hin bajaran salon nedan Şanoya Bajêr a Amedê da ku lîstikên xwe yên şanoyê pêşkêş bike. Herî dawî li Mêrdînê Walîtiyê bi hinceta ku pandemî heye, lîstika wan asteng kiribû.
Şanoger Berfîn Emektara ji Şanoya Bajar a Amedê dibêje ku ji ber ew şanoya xwe bi kurdî dikin ev tişt derdikevin pêşberî wan.
Şanoya Bajar ya Amedê ev 6 sal e bi kar û barên şanoyê re mijûl e. Weke şanoyeke taybet li Amedê karê xwe dimeşîne.
Her çend, 6 sal in ew weke şanoyeke taybet kar dikin, lê ev şano beriya niha bi 27 salan ava bûye. Heta sala 2016ê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê bû.
Kar û barên wan destpêkê bi tirkî bû. Di 2004-2005an de li Amedê yekem car lîstikeke bi kurdî lîstin. Heta 2009ê bi du zimanan berdewam kirin. Lê ji 2009ê şûn de êdî tenê şanoyên bi kurdî dilîzin.
Piştî di sala 2016ê de kayûm tayînî şaredariyê bû, kayûmî şanoger ji kar derxistin û mifte li deriyê şanoyê xist. Şanogerên bêkar man jî, bi navê “Şanoya Bajar a Amedê” komeke taybet avakir û di bin wê komê de ev demeke karên xwe dewam dikin.
Em bi listîkvanên Şanoya Bajar ya Amedê Berfîn Emektar û Ozcan Ateşî re li ser Şanoya Kurdî û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin axivin.
“Şanoya bi kurdî asteng dikin”
Listîkvan Ozcan Ateşê ku 16 sal e di nav koma Şanoya Bajarê Amedê de ye, diyar kir ku di sala 2021ê de ew rastî gelek zehmetiyan hatine: “Di sala 2021an de em rastî gelek astengiyan hatin. Li hin bajaran salon nedan me. Li hin bajaran jî bi sedemên cûr be cûr astengî hatin pêşberî me. Mînak, li bajare Merdinê listîka me ya bi navê Tarttufe ji aliye parezgeriya wî bajarê ve bi hinceta nexweşiya koronayê hate qedexekirin. Parezgeriya ku ji ber pandemiyê salon neda me, piştî cend rojan destura konserekê da. Her wiha li Stenbolê jî listika me ya bi navê Dawî ya Dawî rastî astengiyan hat. Di sedsala 21an de jî xebatên kurdî rastî astengiyên bi vî rengî tê mixabin. Ev yek jî tişteke ecêb e bi rastî jî.”
Şanoger Şahînî got ku ew li hemberî gelê xwe berpirsiyar in û wiha dewam kir: “Divê mirov her dem berpisiyariya xwe bizanibe û karê xwe bidomîne. Bêgûman dema şanoyeke xwedî tecrube be, bingeha wê hebe û bi salan karê xwe bidomîne, li hemberî gelê xwe û li hemberî çanda xwe berpirsiyariyeke wî jî heye. Tecribeya Şanoya Bajar ya 27 salan jî bêgûman barekî dide ser milê mirov lê ev yek jî berpirsiyariya hunermendiye ye.”
“Pêdiviya gel bi ken heye”
Şanoya Bajar a Amedê ku di lîstikên xwe de bêtir listikên komediyê hildibijêrê. Şanoger Ateşî sedema vî tiştî bi van gotinan anî ziman: “Ken jî şekleke çakiyê ye ji bo me. Em moral û motivasyona gel bilind dikin. Bi wextê re me listikên dram jî lîstin lê rastî eleqeya gel nehat. Di vê rewşê de komedî çêtir e bi ya min. Ji ber ku pêdiviya gel bi kên heye. Rewşa ku em dijîn ne rewşeke normal e. Gel ji bo bikene sedemekê dixwaze. Gel dema tê şanoyê dixwaze ji problemên xwe dûr bikeve û hinekî bikene. Listikên me yên komedî ji ber wê bêtir balê dikişînin. Ji aliyeke din. em şanoyeke taybetin ji bo em li ser pîya bisekinin pêdiviya me bi temaşevanan heye. Lê ji wê wêdetir, daxwaza gel bi vî rengî ye.”
"Ger lîstikên me bi tirkî bûya…"
Berfîn Emektar 25 sal e bi şanoyê rê eleqedare. Ew jî di nava Şanoya Bajar a Amedê de kar û barên xwe dewam dike. Emektarê jî ji bo astengiyên li ber wan derdikevin got ku ji ber lîstikên wan bi kurdî ne, ev tişt çêdibe: “Ev yek bingeha xwe ji kurdî digre. Dema ku me lîstikên xwe bi kirkî çêkira astengiyên bi vî rengî dernediketin pêşiya me.”
“Lîstikên kurdî bêhtir balê dikişînin”
Emektarê diyar kir ku berovajî wê helweta rayedaran li Amedê ji lîstikên tirkî bêhtir lîstikên bi kurdî balê dikişînin: “Hejmara me gelek kêm e. Komên şanoyê ku li herêmê karê xwe bi kurdî dikin mixabin 10an derbas nake. Hinek kom ji van salê carekê karekî dikin. Li gor vê astê jî xwedî derketinek heye. Mirov dikare behsa şanoya kurdî bike. Ew jî tişteke xweş e bi rastî jî. Em sehna xwe bi komên mêvan yê ku bi tirkî lîstikan dilîzin re jî parve dikin. Ew jî tên û li ser dîkê lîstikên xwe dilîzin. Lê em dibînin ku bi qasî lîstikên kurdî temaşevan nayên û temaşe nakin. Temaşevanên Amedê bêtir eleqe nîşanê şanoyên bi zimanê Kurdî didin. Tên û yên bi Kurdî temaşe dikin. Ev jî hêzê dide me.
“Wekî koma Şanoya Bajar a Amedê em her hefte roja İnî û Şemiyê bi lîstikên xwe derdikevin ser dîkê. Çiqas em derdikevin jî salona me her hefte tijî dibe. Temaşevanên Amedê gelekî li hunerê xwedî derdikeve. Asta temaşevanên Amedê heye. Dema kareke baş be xwedî lê derdikevin. Lê dema xirab be, nayên temaşe nakin. Listika me ya Tarttufe ku ev sê sezon e em dilîzin, hê jî salon tijî dibe. Li Amedê ez dikarim bibêjim ku temaşevanên şanoyê hatiye çêbûye. Temaşevanên ku rexne dike, daxwaz dike çêbûye niha li Amedê. Dema temaşevan wiha be, em jî hewildidin bêtir karên baş derxin pêşberî temaşevan.”
“Li gel kêm derfetî û zehmetiyan jî şanoya kurdî hatiye astekê”
Şanoya Bajar a Amedê di dawiya sala 2021ê de li Kerkûkê beşdarî Mihrîcana Şanoya Kurdî ya Kerkûkê bû û li wir xelat wergirt. Emektarê bi van gotinan behsa vê xelatê kir:“20 Roj berê em tevlî Mihrîcana Şanoya Kurdî ya li Kerkukê bûn. 250 şanogerên ku li çar parçeyan kar dikin hatibûn cem hev. Mesela li Başur dibistanên şanoyê hene. Li Rojhilat çanda şanoyê gelek pêşketiye. Lê li vir li gel derfetên ewqas kêm û li gor ewqas kêm kom hene ji 5 xelatan 4 xelat şanogerên ji vê herêmê bi dest xistin. Ji wan xelatan lîstikvanê mêr yê herî baş û ya derhêneriyê me girt. Koma Tiyatroya Jiyana Nû jî listîka herî baş û sîngorafiyê wer girt. Ev yek ji şanoya Kurdî serkeftineke geleke mezin e. Li gor ewqas kêm derfetî û zehmetiyan em dibînin ku şanoya kurdî hatiye astekê. Piştî wê ji bajarên wekî Hewlêr û Tehranê daxwaznameyên festivalan şandin ji me re.” (GK/FD)