Fotograf: MA
Balyozxaneya Almanyayê vîze nedaye sê şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê. Ji ber wê bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya Ewropayê betal bûye.
Şanoya Bajêr a Amedê wê di nava meha Kanûna Paşiyê û Sibatê de li bajarên Berlin, Hamburg, Koln, Essen, Frankfurt, Anvers, Amsterdam, Zurih, Solothurn, St. Gallen, Luzern, Basel, Cenêv û Lozanê şanoya “Don Kîxot” pêşkêş bikira.
Bixwîne - Li ser Don Kîxota Ferhad Feqî
Şanogeran ji bo vîzeyê serî li Balyozxaneya Almanyayê daye. Balyozxaneyê ji bo salekê vîze daye 4 şanogeran. Lê nedaye şanoger Ozkan Şeker, Dîcle Guneş Yavûz û Şîlan Alagozê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Balyozxaneya Almanyayê bi mihneya ku “wê hunermend biçin Almanyayê û venegerin Tirkiyeyê” vîze nedaye.
Vîze nedane nîvê ekîbê
Berfîn Emektar, şanogera Şanoya Bajêr a Amedê biryara Balyozxaneyê bi gotina “pêkanîna tewş” penase kiriye wiha gotiye: “Em ê bi lîstika xwe ya Don Kîxotî biçûna Ewropayê lê bi mihneyên nabe ji bo hunermendan were qebûlkirin, vîze nedan nîvê ekîba me. Hevalên ku vîze nedane wan, hunermendên ciwan in û nû beşdarî nav ekîba me bûne. Rayedarên Alman rewşa wan a azibî/zewacê û fikarên xwe ya li ser vegerê aşkere kirin. Ti sedemeke din negotin.”
Hewldan didomin
Li gorî plansaziyê wê bernameya Şanoya Bajêr a Amedê di 15ê Kanûna Paşiyê de destpê bikira. Ekîbê wê lîstika bi navê Don Kîxot pêşkêş bikira ku derhêner Ferhad Feqî ji ber romana Cervantesî ya bi navê Don Quijote ev lîstik derxistiye. Ji ber ku vîze nedane şanogeran ev bername betal bûye. Şanoya Bajêr a Amedê hewl dide ku bernameyê di meha Nîsanê de pêk bîne.