RAPORA UNESCOYÊ
Di sala 2022an de li cîhanê 86 rojnameger hatine kuştin
Li gorî rapora Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, welatên ku di sala 2022an de herî zêde rojnameger lê hatiye kuştin Meksîka û Ûkrayna ye. Li gorî raporê li Meksîkayê 19 û li Ûkraynayê 10 rojnameger hatine kuştin.