Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydinî ji Ajansa Mezopotamyayê re diyar kiriye ku hatina nûnerên UNESCO erênî ye, lê gavek pir derengmayî ye û wiha got: "Sûr serûbin bûn. 6 tax tev hatin rûxandin. Xwezî UNESCO dema bûyer germ bû bihata lêkolîn kiribûya."
4 sal berê dema Navçeya Sûrê hat dorpêçkirin û polîs û eskeran li ser Sûrê bi tang û topan gule barandin, Odeya Mîmaran a Amedê, ji UNESCO xwestibû ku bên Sûrê lêkolîn bikin. Odeyê bi rêya TMMOB'ê ji UNESCO xwest ku çand û mîrateya dîrokî bê parastin û 4 sal berê serlêdan kiribû. Piştî 4 sal şûnde destûr derket ku Mîsyona Şopandina Reaktif a UNESCO li Sûrê lêkolîn bike. Heyeta UNESCO 4 sal şûnde hatin lêkolîn kirn. Di rojeva heyetê de guhertinên li Sûrê yên ku Wezareta Bajarvanî û Derdorê beyî UNESCO xistine meriyetê jî heye. Di Plana Îmarê ya bi Armanca Parastina Sûrê de planên bêyî agahiya UNESCO jî hene. Hat diyar kirin ku planên bêyî agahiya UNESCO hatine amadekirin ji aliyê UNESCO ve nehatine qebûlkirin. Heyet dê di ziyaretê de li ser planên hatine kirin û xaniyên li gorî planê tên avakirin jî hene.
Heyeta UNESCO piştî destûr ji Tirkiye girt 4 sal şûnde hat Amedê û dê li ser Surê lêkolîn bike. Têkildarî mijarê Serokê Odeya Mîmaran Şerefhan Aydin, anî ziman ku heyeta UNESCO ya hatiye li Surê lêkolîn bike erênî ye, lê ji ber piştî 4 sal şûnde hatiye gavek pir dereng mayî ye. "Sûr ser û bin bûn. 6 tax tev hatin rûxandin. Xwezî UNESCO dema bûyer germ bû bihata lêkolîn kiribûya. Ger ku heyet berê hatibûya, dê avahiyên bêyî zerar dîtibin hatin hilweşandin rewşa wan dîtibûya."
Aydin anî ziman ku ziyaretê heyetê dê bibe wesîleya taxrîbata ku li Sûrê pêk hatiye, mezintir nebe û bibe sedem ku restorasyona wê bê kirin. Aydin xwest heyeta UNESCO ne tenê bi rayedarên dewletê re, bi nûnerên saziyên sivîl û civakî re jî hevdîtin bike.
(MB)
*Çavkanî: MA