Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
DYAyê biryar girt ku ji ajansa çandî ya NYyê derkeve ku demeke berê piştgiriya darayî ya ku dida vê saziyê qut kiribû.
Piştî ku UNESCOyê serlêdana endamtiya Filistînê qebûl kiribû, Di Çiriya Paşiyê ya 2016yê de Koşka Spî, aşkere kiribû ku 60 milyon dolarê diviya bida UNESCOyê wê nede. Sedema vê biryarê jî wiha hatibû diyarkirin ku bêyî Filistîn bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze bike UNESCO Filistînê weke dewlet qebûl dike.
Li gorî nûçeya Euronewsê, hinceta derketina DYAyê ji UNESCOyê ew e ku di ajansê de “dijberiya Israîlê” tê kirin.
DYA ji sedî 22yê butçeya UNESCOyê dida.
Piştî ku Filistîn di 2011yê de bû 194emîn endamê UNESCOyê, Israîlê 2 milyon dolarê ku her sal weke alîkarî dida saziyê qut kiribû. (ÇT/FD)