Li Şîliyê çepgir bi ser ketin: Gabriel Borîc bû serokdewletê nû
Piştî ki li Şîliyê ji sedî 50ê dengan hatin hilbijartin, rastgir José Antonio Kastî serkeftina namzetê Rêkeftina "Pesendkirina Rûmetê", Gabriel Boricê çepgir qebûl kir. Di wê saetê de ku Kastî serkeftina Boricî qebûl kir, (li gorî saeta Şîliyê 19.21) Boric 9 poîntan di pêş de bû.