Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî bihayê wesayitên çûnûhatinê hatin zêdekirin gel li Şiliyê derketibû qadan û ev çalakî belav bûbûn. Di dema van çalakiyan de orkestrayekê di dema çalakiyan de strana "El pueblo unido, jamas será vencido!" (Ti kes nikare gelekî birêxistinkirî têk bibe) gotiye.
Ev stran di dema berxwedana Şiliyê ya li dijî Derbeya Pinochetî ya sala 1973ê de bûye straneke sembolîk ku Sergio Ortega, bestekarê şiliyî nivîsandiye.
Biryara "Rewşa lezgîn" wê bidawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Sebastian Pinera, Serokdewletê Şiliyê biryara "Rewşa Lezgîn" sekinandiye ku hefteya borî li hin herêman hatibû ragihandin.
Ji bo rewş asayî bibe û aramî pêk were wê ev biryar li hemû herêmên ku "rewşa lezgîn" li wan hatibû ragihandin pêk were.
Li gorî vê encamê wê ew tedbîr ji holê rabin ku ji 19ê Çiriya Pêşiyê û vir ve dihate bicihanîn. Her weha wê ewlehiya bajêr ji berpirsiyariya artêşê derkeve.
Çi bûbû?
Li Santiagoyê ji bo metroya ku di warê veguhanîyê de gelek girîng e ji bo hin saetan biryara ji sedî 4 zêdekirina heqê rê hatibû dayîn û ji ber vê yekê; protestoyên ku di destpêka hefteyê de bi ‘xwehilavêtina di ser tûrnîkeyan de’ dest pê kiribûn, piştî hêzên ewlekarîyê bi awayekî tund kesên xwe di ser tûrnîkeyan de hil avêtibûn û heq nedabûn derxistibûn protesto veguhezîbûn xwepêşandanan.
Li gelek herêman qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di hatîye eşkere kirin ku heta niha di protestoyan de 15 kes mirine, 84 kes birîndar bûne û ji 2 hezarî zêdetir kes hatine girtin. (AS/FD)
Fotograf: AA/ Şili