Li Şîliyê ku welatekî Amerîkaya Başûr e di encama şewatên daristanan de hejmara miriyan derket 99an.
Li gorî nûçeya CNNê, rayedarên Şîliyê agahî parve kirin ku li hin herêmên ku herî zêde ji şewatê bandor bûne, çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) lê hatiye berfirehkirin. Rayedaran her wiha diyar kirin ku di şewata daristanên li Valparaîsoyê de nêzî hezar û 400 xanî xisar lê ketine.
Şîna neteweyî hat ragihandin
Serokê Şîliyê Gabriel Borîc di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gorî şert û mercan dibe ku hejmara kesên di şewatê de mirine zêde bibe û ji bo kesên mirine rojên Duşem û Sêşemê Şîna Neteweyî hatiye ragihandin.
Borîç, diyar kir ku dê yekîneyên leşkerî li herêmên şewat lê ketine bên bicihkirin û destnîşan kir ku dê hemû derfetên pêwîst amade bin.
Li gor nûçeya AAyê Wezîra Karên Navxweyî Carolina Toha diyar kir ku ekîbên agirkujiyê bi qasî 40 şewatan xistine bin kontrolê û tefandina 29 şewatên daristanan berdewam kirin.
Serokê wê Dewletê Borîc li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji ber şewata daristanan wan rewşa awarte ragihandine. Wezîrê Karên Navxweyî Toha jî diyar kiribû ku ew difikirin ku hin agir "bi qestî" hatine pêxistin.
(AS/AY)