Lêpirsînname ji bo Remziye Tosunê, Parlamentera HDPyê hatiye amadekirin
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, ji ber ku li Amed û hin navçeyên wê li kolanan geriyaye û ji niştecihan xwestiye ku li hemberî koronavirusê tedbîran bistînni, lêpirsînname ji bo Remziye Tosunê, Parlamentera HDPyê amade kiriye.