Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber ku gotiye bila tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî rabe, lêpirsînnameyek derbarê Berpirsê Giştî yê Weşanê yê TELE1ê Merdan Yanardagî de amade kiriye.
Hatiye desteserkirin
Merdan Yanardagê ku Serdozgeriyê lêpirsînnameyek ji bo wî daye destpêkirin, hatiye desteserkirin.
Yanardag ji bo gotinên xwe zelal bike derketiye bernameya TELE1ê ku berpirsê giştî yê weşanê yê vê kanalê ye. Di dema weşana zindî de, polîs çûne avahiya kanalê û polîsan piştî bernameyê Yanardag desteser kiriye.
Yanardag birine Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê.
Di gotinên min de durûtiya siyasî ya AKPyê heye”
Beriya weşana zindî, Yanardagî ji bianetê re got, peyvên min hatine berovajîkirin.
Yanardagî diyar kir ku wî di bernameyê de gotinên Parlamenterê AKPyê yê Amedê Galîp Ensarîoglûyî yên derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ de rexne kiriye û “Ew ne helwesteke ku pesnê Abdûllah Ocalanî dide. Ez wê rêya ku ber bi pêvajoya çareseriyê ve diçe, rexne dikim.”
Yanardagî diyar kir ku “Min got ku li welatekî demokratîk yasaya înfazê divê çawa be û ji ber wê jî divê tecrîd rabe. Ne ku pesnê kesekî didim an jî rexne dikim. Û min got AKPyê pêvajoyeke nû ya çareseriyê destpê kiriye û dibe weke berê bi îxanetê were tohmetkirin. Yanî liv ir rexneyek li AKPyê heye. Rexneya li AKPyê û durûtiya siyasî ya AKPyê heye.”
Serdozgeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ji ber sûcê “pesindayîna sûc û sûdarî” û “kirina propagondaya rêxistinê” lêpirsînname amade kiriye.
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) jî ji ber heman gotinan, dest bi lêpirsîna TELE1ê kiribû.
Yanardagî çi gotibû?
Merdan Yanardagî di bernameya bi navê “4 pirs 4 bersiv” a TELE1ê de gotinên derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ de yên parlamenterê AKPyê yê Amedê Galîp Ensarîoglûyî rexne kiribû.
Parlamenterê AKPyê Mehmet Alî Çelebiyî cihê ku Yanardagî behsa tecrîda li ser Abdûllah Ocalanî dikir qut kiriye û weşandiye. Di wê videoyê de ya ku Çelebiyî weşandiye, Yanardagî gotiye, “Cihê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Nikare bi malbata xwe û parêzerên xwe re jî hevdîtinan biki. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dib? Abdûllah Ocalan kesekî jîr û zana ye ku gelek pirtûkan dixwîne, siyasetê rast şîrove dike, rast dibine û rave dike.”
Yanardagî di dewama vîdeoyê de gotiye, “Dema em li Îmraliyê dinerin, ez behsa kesekî wisa dikim ku Abdûllah Ocalenê 70 saliya xwe derbas kiriye û divê em qebûl bikin ku demeke direj e, 25 sal in bênavber di girtîgehê de ye û di tecrîdê de ye.
“Girtiyê siyasî yê dirêjtirîn dem e girtî ye li Tirkiyeyê. Ger yasayên bicihanîna cezayan a asayî pêk bihata, diviyabû ku serbest bimîne, zindanîkirina li malê hwd. Cihê vê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê rabe. Em nabînin, nabihîzin, nîqaşê nakin. Em nizanin ew dişopîne yan naşopîne.
“Lê te ew li wir di destê xwe de dîl girtiye, tu bazarê bi zilamî re dikî. Di ser vê re jî tu gefan dixwî. Nikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike, bi parêzerên xwe re bike. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dibe? Abdûllah Ocalan ne kesekî wisa ye ku hûn wî cidî negirin. Hema bêje di girtîgehê de bûye filozof, ji xwendinê bêhtir tiştekî nake.” (HA/FD)