Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) him cezayê pereyan daye kanala televîzyonê ya bi navê TELE1ê û him jî weşana wê ji bo heft rojan daye rawestandin.
Saziyê ji ber gotinên Merdan Yanardagî yên derbarê Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî de ev biryar daye. Li gorî vî cezayî, wê ji sedî 5 cezayê pereyan li kanalê bê birîn.
Endamê RTUKê Îlhan Taşçiyî li ser hesabê xwe yê medyaya civIkî peyamen weşandiye û gotiye, “RTUKê ji ber weşana Merdan Yanardagî biryar daye ku Tele 1 heft rojan bê girtin û ji sedî 5 bi cezayê pereyan bê cezakirin. Sedem ew e ku ‘kîndariyê û dijmaniyê di nava gel de çêdike’. Ji bo reşkirina ekranê ev xal bi taybet hate hilbijartin. Ji ber ‘pesindayina terorê jî’ 5 caran weşana bernameyan daye sekinandin û ji sedî cezayê pereyan lê hatiye birîn.”
Konseya Çapemeniyê bertek nîşan daye
Piştî biryara RTUKê, Konseya Çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û bertek nîşanî biryarê daye. ”Biryara sekinandina weşana kanala televîzyonê ya ji bo hefteyekê û dana cezayê pereyan a herî bilind, tê wateya ku azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê dane sekinandin.”
Yanardagî çi gotibû?
Merdan Yanardagî di bernameya bi navê “4 pirs 4 bersiv” a TELE1ê de gotinên derbarê ‘pêvajoya çareseriyê’ de yên parlamenterê AKPyê yê Amedê Galîp Ensarîoglûyî rexne kiribû.
Parlamenterê AKPyê Mehmet Alî Çelebiyî cihê ku Yanardagî behsa tecrîda li ser Abdûllah Ocalanî dikir qut kiriye û weşandiye. Di wê videoyê de ya ku Çelebiyî weşandiye, Yanardagî gotiye, “Cihê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Nikare bi malbata xwe û parêzerên xwe re jî hevdîtinan biki. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dibe? Abdûllah Ocalan kesekî jîr û zana ye ku gelek pirtûkan dixwîne, siyasetê rast şîrove dike, rast dibine û rave dike.”
Yanardagî di dewama vîdeoyê de gotiye, “Dema em li Îmraliyê dinerin, ez behsa kesekî wisa dikim ku Abdûllah Ocalenê 70 saliya xwe derbas kiriye û divê em qebûl bikin ku demeke direj e, 25 sal in bênavber di girtîgehê de ye û di tecrîdê de ye.
“Girtiyê siyasî yê dirêjtirîn dem e girtî ye li Tirkiyeyê. Ger yasayên bicihanîna cezayan a asayî pêk bihata, diviyabû ku serbest bimîne, zindanîkirina li malê hwd. Cihê vê tecrîda li Abdûllah Ocalanî tê sepandin di ti hiqûqê de nîne. Divê rabe. Em nabînin, nabihîzin, nîqaşê nakin. Em nizanin ew dişopîne yan naşopîne.
“Lê te ew li wir di destê xwe de dîl girtiye, tu bazarê bi zilamî re dikî. Di ser vê re jî tu gefan dixwî. Nikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike, bi parêzerên xwe re bike. Ma sîstemeke bi vî rengî ya bicihanîna cezayan dibe? Abdûllah Ocalan ne kesekî wisa ye ku hûn wî cidî negirin. Hema bêje di girtîgehê de bûye filozof, ji xwendinê bêhtir tiştekî nake.”
Paşê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê bi tohmeta ku "pesnê sûc û sûcdaran daye" û "propagandaya rêxistina terorê" kiriye lêpirsîna bûyerê kiribû. Yanardag beşdarî weşaneke taybet bû ku di wir de gotibû gotinên wî hatine berovacîkirin. Di dema weşanê de polîs çûbûn avahiya TELE1ê û Yanardag desteser kiribûn. Paşê jî dadgehê ew girtibû. (EMK/FD)