Ji ber nîşana serketinê, dozgerî lêpirsînname ji bo Erol Katirciogluyî amade kiriye

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji bo Erol Katircioglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê lêpirsînname amade kiriye.
Serdozgeriyê bi sedema ku Katircioglû dema di ber “Dayikên Diyarbekirê” ango ew malbatên dibêjin zarokên me revandine çiyê û li ber avahiya HDPyê ya Amedê rûdinên re derbas bûye, nîşana serketinê çêkiriye, lêpirsînname amade kiriye.
Ajansa Anadolûyê diyar kiriye ku piştî bernameyeke HDPya Amedê, Katircioglû dema ji avahiyê derketiye û di ber çalakvanan re boriye, her du tiliyên xwe bilind kirine û Serdozgeriyî bi sedema “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîna Katircioglûyî kiriye.
Malbatên ku dibêjin PKKyê zarokên me revandine çiyê, ji 3yê Îlona 2019an û vir ve li ber avahiya HDPya Amedê rûdinên. (EKN/FD)