Welatên Erebî lîsteya daxwazan pêşkêşî Qetarê kirin
Erebistana Siûdiyê, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Misrê û Behreynê şertên xwe yên ji bo rakirina ambargoyê pêşkêşî Qetarê kirin. Ji Qetarê tê xwestin ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Qetarê bidawî bike, têkiliya xwe ya bi Îranê re bidawî bike û El Cezîreyê bigire.