Welatên Erebî lîsteya daxwazan pêşkêşî Qetarê kirin
Erebistana Siûdiyê, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Misrê û Behreynê şertên xwe yên ji bo rakirina ambargoyê pêşkêşî Qetarê kirin. Ji Qetarê tê xwestin ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Qetarê bidawî bike, têkiliya xwe ya bi Îranê re bidawî bike û El Cezîreyê bigire.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kuwêyt a ku navbêynkariyê di krîza Qetarê de dike, lîsteya daxwazên welatên Erebî pêşkêşî Qetarê kir ku ji 13 xelan pêk tê.
Li gorî nûçeya Reûtersê ku dispêra çavkaniyên nêzîkî rayedarên hikûmetê ji bo Qetar daxwazan qebûl bike 10 roj dem dane. Ji Qetarê tê xwestin ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Qetarê bidawî bike, têkiliya xwe ya bi Îranê re bidawî bike û El Cezîreyê bigire.
Dîsa tê xwestin ku alîkariya ji bo Hûsiyên şîe yên li Yemenê li hemberî hikûmetê şer dikin bê qûtkirin, û hin sûcdarên terorê îade bike.
Di lîsteyê de tê gotin ku ew ê paşê Qetar bê qontrilkirin ku daxwaz bicî anîye yan na. (YY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.