Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Berevaniya Milî Fikrî Îşikî got, heke pêwist bibîne ew ê Tirkiye jê nereve ku li ser herêma Efrînê ya li bakurê Sûriyeyê ye operasyonê lidar bixe.
“Tirkiye xwedî wê hêz û mafî ye ku her cude tehdîdên li hemberî xwe di çavkaniya wê de tune bike”.
Derbarê hebûna leşkerên Rûsyayê li Efrînê û nûçeyên vekişîna leşkerên Rûsî de jî İşikî wiha axivî: “Hejmareke zêde yekîneyên leşkerî nîn bû, ne zêde bû. Niha hêdî hêdî vedikişin lê hîna bi tevayî zelal nebûye”.
Işik derbarê baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Qetarê jî destnîşan kir ku “Baregeha Tirkiyeyê ya li Qetarê çima dostên me nerihet dike, ez fam nakim”. (YY/FD)