7 partiyên siyasî derbarê têkiliyên ‘dewlet-siyaset-mafya’yê de daxuyanî dane
HDP, EMEP, TÎP, TKP, Halkevlerî, TOP û Partiya Çep derbarê têkiliyên ‘dewlet-siyaset-mafya’yê de daxuyaniyek hevpar dane. Partiyan bang li rêxistinên cemawerî yên demokratîk, sendika û partiyên siyasî kirine û gotine, “Divê em li dijî vê sîstema talanker ya ku dadê çavê xwe jê re girtiye, tekoşînê mezin bikin û tevahî rastiyan derxînin holê.”