Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heft partiyên siyasî derbarê têkiliyên ‘dewlet-siyaset-mafya’yê de daxuyaniyek hevpar dane.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çep, Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Halkevlerî daxuyanîyek hevpar dane û gotine, “Gelên Tirkiyeyê carekê din bûn şahidê sûcên ku bi hevkariya dewlet-siyaset-mafyayê pêk hatine. Di encama nakokiyên ji ber têkiliyên berjewendiyan, sûcên ku li dijî gelên Tirkiyeyê hatine kirin, gendeltî û bazirganiya madeyên hişbir, kuştina bêdadî û kuştinên faîlê wan diyar in yek bi yek aşkere bûn.”
“Tifaqên qirêj yên bi vî rengî talan, mirin û pergala xespê ji aliyê daraza siyasî ya girêdayî desthilatê ve tê parastin. Heta ku pergala siyasî, aborî û civakî ya van tifaqên qirêj dide jiyîn, neguherin wê gelên Tirkiyeyê bêhn negirin. Têkoşîna li dijî tifaqa sûcdaran; ji bo kedkaran têkoşîna nan û kar, ji bo jinan têkoşîna jiyanê, ji bo ciwanan têkoşîna pêşeroj û ji bo kurd û elewiyan jî têkoşîna jiyana mafên wekhev e. Têkoşîna li dijî çete, tarîqat, diz, talankar û desthilata zordar têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye.”
“Partiyan bang li rêxistinên cemawerî yên demokratîk, sendika û partiyên siyasî kiriye û gotiye, “Divê em li dijî vê sîstema talanker ya ku dadê çavê xwe jê re girtiye, tekoşînê mezin bikin û tevahî rastiyan derxînin holê.”
(AO/AY)