Fotograf: MA
Li Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina herêmî ya bajarên Iraqê, 13 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tifaqek ava kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku ji Rojnewsê ragihandiye, ev tifaq li Kerkûkê ji hêla 13 partiyên siyasî yên Kurdistanî ve ava bûye.
Partiyên siyasî ji bo li herêmên li gorî xala 140î ya Destûra Bingehîn a Iraqê bi nakok in bi hev re kar bikin, ev tifaq ava kiriye. Van partiyan daxwaz ji partiyên din jî kirine ku beşdarî tifaqê bibin û piraniya dengan ji bo kurdan bidestbixin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku heta niha 15 partiyên siyasî û 4 hevpeyman ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan hatine qeydkirin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê di 9ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di 18ê Kanûna Pêşiyê ya sala 2023yan de ji bilî Herêma Kurdistanê hilbijartinên herêmî bên çêkirin.
13 partî li hev civiyane
Bi daxuyaniyekê hate diyarkirin ku her 13 aliyên siyasî li baregeha Hizba Komînîst a Kurdistanê li ser vexwendina Lijneya Karên Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civînek li dar xistine.
Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin û gotin, di civînê de hemû partiyan biryar daye ku lîsteyek berfireh a Kurdistanê li herêmên bi nakok pêkbînin û bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin.
13 partiyan bang li partiyên din jî kiriye
Di heman demê de beşdarên tifaqê bang li partiyên din ên Kurdistanî kirine ku di zûtirîn demê de lîsteyeke Kurdistanî pêk bînin û beşdarî wan bibin: “Da ku bikarin di hilbijartinên xwecihî yên Iraqê de piraniya dengan bidestbixin û mafê kurdan biparêzin.”
Di nava tifaqê de ji aliyên sereke Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Dadgerî, Hizba Komînîst, Partiya Sosyalîst û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê cih hene. Lê PDK û Yekgirtûya Îslamî ne di nav de ne.
Partiyên ku beşdarî tifaqê bûne ev in:
Tevgera Goran, Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistan, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Partiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, Partiya Gelê Turkmen, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê / Rêveberiya Demkî, Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê, Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê
Hilbijartin wê di dawiya salê de pêk bê
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê di 9ê Tîrmehê de ragihandibû ku heta niha 15 partiyên siyasî û 4 tifaqan ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan hatine tomarkirin.
Hêjayî gotinê ye ku biryare hilbijartinên encûmenên parêzgehên li Iraqê di 18ê Kanûna Pêşiyê ya 2023yan de ji bilî Herêma Kurdistanê werin kirin. Di destpêka vê mehê de komîsyonê deriyê tomarkirina saziyên siyasî vekiribû. (FD)