ATOLYE BIA / KARGEHA MEDYAYA KURDÎ- NÎSAN 2020
Perwerdeya zarokên qurbaniyên DAIŞê ne diyar e!
Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Ezîdiyan a Duhokê, 6 hezar û 417 êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin. Heta niha nêzîkî 3 hezar êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin. Lê di heman demê de çarenivîsa 2 hezar û 900 kesan ne diyar e.