Sûriyeyiyên ku li İzmirê konên wan hat rûxandin kampeke demkî ava kirin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Penaberên Sûriyeyî ku li Taxa Pamukyazi ya navçeya Torbali ya İzmirê kampa penaberên Sûriyeyî rastî êrîşa niştecihên taxê hatin li ciyekî din kampeke demkî ava kirin.
Komeke ji taxa Panukyaziyê bi dar û beran êrîşî kampa konên Sûriyeyiyan kirin û 40 kon rûxandibûn.
17 malbatên ku ji neçarî ciyê xwe berdan, li ciyekî din kampeke demkî ava kirin. Komeleya Înîsiyatîfa İmeceyê ku nêzîkî du sal in li İzmir û Manisayê alîkariya penaberan dikin, xwe gîhandin van malbatên ku neçar man ji Torbaliyê bar bikin û alîkariya qût li wan belav kirin.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber ewlekariyê ew nikarin ciyê kampa nû ya penaberan aşkere bikin û ji ber rewşa wan gelekî xirab e ew ê alîkariya mirovî berdewam bikin.
(HK/FD)
DMMEyê biryara xwe ya derbarê jêrzemînên Cizîrê de aşkere kiriye

Dadgeheka Îdirê 2 sal cezayê girtinê daye Ertugrul Kurkçuyî

Stan Lee: Çêkerê Spider Man, X-Men, Hulk, Thor û Iron Man miriye

Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir

Danberheva rêjeya dengên 5 partiyan yên di herdu hilbijartinên dawiyê de
