Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Stan Lee dema ku 17 salî bû dest bi karkirina li Marvelê kiriye û heta 96 saliya xwe xebitiye. Lee çêkerê lehengên wek Spider Man, X-Men, Hulk, Thor, Iron Man bû.
Heke hûn ji fîlmên qehremaniyê(lehengiyê) hez bikin çêdibe ku hûn wî ji wan fîlman nas bikin. Di wan fîlman de ketiye rolên biçûk.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê du şirketên mezin ên xêze-romanan hene. Ew derhênerê weşanê yê Marvelê bû. Navê şirketa dî DC ye û DC çêkera xêzefîlmên Superman, Batman û Flash e.
Stan Lee pismamê jina Martin Goodman e. Martîn Goodman xwediyê şirketa Marvelê ye. Bi vê têkiliyê Leeyî dest bi karkirina li Marvelê kiriye. Ew ne xwediyê wê şirketê ye lê gelek kes dibêjin qey xwedî ew e.
Navê wî yê rastî Stanley Martin Lieber e. Ew sala 1922yê li New Yorkê hatiye dinê.
Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de naveroka kitêb û fîlman pirtir neteweperestî, exlaqperestî bûye. DCyê wek NATOyê lehengên xwe yên sereke gihandine hev û komeka bi navê Justice League of America(Yekîneya Edaletê ya Amerîkayê) çêkiriye.
Hingê navê Marvelê Timely bûye. Piştî DC li hemberî Marvelê bi ser kertî, Stan Lee dibe berpirsê weşanê û navê şirketê dike Marvel.
DCyê pirtir li ser mijarên wek NATO û şerê cîhanê çêdikirin. Marvelê pirtir kêşeyên rojane yên mirovan kiriye mijara fîlmên xwe. Lehengê Stan Leeyî çêkirî yê bi navê Spider Man gelek tê firotin û şirket bi ser dikeve.
(HK/MB)