Kampa Penaberan a Dawûdî - Duhok Foto: Emar Azîz
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şengala ku 3yê Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin di 13ê Mijdara 2015an de bi operasyona piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serpereştiya Emerîkayê ve ji aliye hêzên kurdan ve hat rizgarkirin.
Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Ezîdiyan a Duhokê, 6 hezar û 417 êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin. Heta niha nêzîkî 3 hezar êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin. Lê di heman demê de çarenivîsa 2 hezar û 900 kesan ne diyar e. Nêzîkî 2 hezar jin û zarokên êzidî piştî 2015an ji aliyê gelek welatên Ewropî, bi taybetî jî Almanya ve hatin pejirandin.
Li Duhokê 18 kampên koçberan û 4 jî yên penaberan hene. Di ev 22 kampên koçber û penaberan de ji 620 hezarî zêdetir kes dijîn. Di nav wan de koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û her wiha êzidî û mesihiyên koçber hene.
Li gor amarên fermi ji hezar zarokan zêdetir ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Hin zarok dema ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin di navbera 10 û 15 salî de bûn. Ji ber ku piraniya wan temenê xwendinê derbas kirine di dibistana seretayî û navîn de tengasiyan dibînin. Ev zarok ji ber pirsgirêkên giran ên derûni û her wiha 4-5 salên ku destê DAIŞê de dîl mabûn ji xwendinê bêpar man. Digel ku piraniya zarokên ku bi malbatên xwe re diçin derveyî welêt ev kêmasiyên xwe ji holê radikin, lê pirsgirêkên piraniya zarokên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê dimînin hîn jî berdewam dikin.
“Dema ez çûm dibistanê min şerm kir”
Keça êzidî ya bi navê A.K. (18), dema ku di sala 2014an de ji aliyê endamên DAIŞê ve li Şingalê hate revandin xwendekara dibistana navîn bû.
A.K. di dawiya sala 2016an de ji destê rêxistinê xîlas bû û vegeriya Şingalê. A.K.yê fêm kir ku dê tiştek wekî berê nebe û got: “Dema ku ez ji aliyê endamên DAIŞê ve hatim revandin, 14 salî bûm û diçûm dibistana navîn. Wan, 3 salan îşkence li min kirin. Piştî ku ez xelas bûm, ez hem ji malbata xwe hem jî ji dibistana xwe bûm. Min dixwest ez biçim dibistanê, lê ji ber ku ez mezin bûm, ez tirsiyam ku di heman polê de bi zarokên biçûk re bixwînim, ez şermezar bûm û min nexwest ez biçim dibistanê. Ez nizanim çi bikim. Gelek mirovên weke min, keç û xort jî hene.”
"Pirsgirêkên zarokan ê cidî yên derûnî hene"
Eyad Xakî, Dersdarê Zanîngeha Duhokê ji bianet re axivî û diyar kir ku, gelek zarok ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Eyad Xakî wiha got: “Piraniya van zarokan li 22 kampên aware û penaberan li Dihokê dijîn. Em dikarın bêjin di 14 kampan de bi tevahî kurdên êzidî dimînin û jiyana xwe berdewam dikin. Wekî din, ji ber ku di asta pediviyan de alikari tineye û şert ne guncavin, hejmareke zêde ku du caran bi qasî li yê kampê ne li derveyî kampan dijîn."
Xakîyê dersdar diyar kir ku “Li her kampên li navenda Duhokê dibistan hene” û wiha berdewam kir:
“Zarokên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin di dibistanên li kampên xwe de hatine tomar kirin. Wekî din, di destpêka pêşîn de, bi înîsiyatîfa hikûmetê û sazîyên têkildarî, nasname û belgeyên fermî têne derxistin. Wekî din, zarokên ku li derveyî kampan bi malbatên xwe re dijîn jî ji ber ku qursa perwerdehiyê li gorî wan hatiye destnîşankirin divê biçin dibistanên li kampan.”
Derbarê destnîşankirina ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de rolek girîng di avakirina kampan de heye, Eyad Xakî got, "Ew kamp bi piştgiriya UNHCR li dibistanên ku li kampan hatine damezirandin. Hemî zarokên koçber diçin van dibistanan. Lê belê, mixabin, em nikarin bibêjin ku dibistan hatine vekirin bi taybet ji bo zarokên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Dihokê, bi sedan saziyên sivîl hene, lê mixabin em nîkarin bibêjin ku ji bo perwerdehiya zarokên ku hatine rizgarkirin alikariye pêwîst peyda dibin. Hejmareke girîng ji zarokên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, ji bilî dûrketina ji xwendina xwe, pirsgirêkên wan ê giran ên derûni jî hene."
Tê destnîşan kirin ku ji sedî 80ê Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞe rizgar bûn neçar man malên xwe terk bikin. Eyad Xakî destnîşan kir ku alîkariyên ji bo herêmê têr nakin.
"Zarokên ku diçin derveyî welêt di rewşên çêtir de ne"
Çalakvan Himan Remziyî ji diyar kir û got,“Gelek zarokên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ji perwerdehiyê bêpar man. Mixabin me hejmareke saxlem berdestê me de nîne û dema Covid-19yê de, pêdivî ye ku li ser vê mijarê lêkolînek berfireh were kirin. Eşkere ye ku zarokên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê dijîn nikarin perwerdehiya pêwîst bistînin. Zarokên ku niha li derveyî welêtin hem ji aliyê piştgiriya derûnî û hem jî ji aliyê perwerdehiyê de di şert û mercên çêtir de dijîn.”
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (UN), li piraniya Iraqê ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin de 33 hezar sivîl hatine kuştin û 55 hezar jî birîndar bûne. Li Iraqê, di navbera salên 2014-2017 de li herêmên ku di bin destê DAIŞê bûn ji 250yî zêdetir gorên komî hatin dîtin.
Tê texmînkirin ku li goristanên girseyî yên ku hatine vekirin de heta niha 12 hezar qurbanî hene.
Çala mirinan a DAIŞê
Li başûrê rojavayê bajarê Mûsilê 20 kîlometre durî li çolêkê, bi navî “Çalî Merg” çalek heye. Ev der wek goristana girseyî ya herî mezin kû nêzîkî 3 hezar qurbaniyên DAIŞê tê nasîn.
Çalî Merg - The National
Ji destpêka azadkirina Şingalê ji destê DAIŞê heta niha, li herêmê zêdetirî 75 gorên komî hatine dîtin.
Yek ji çalên goristana DAIŞê jî li Telaferê ye ku bi navê "Allo Antar" an "Çalî Kevokan" te zanin. Firehiya çala ku 6 kîlometreya ji navenda bajêr dûr e û li ser riya Girê Uzeyîr e, 50 metreye û kûrahiya wê jî 100 metre ye.
Allo Anter - ezidi24.com
Malbatên qurbaniyan heta nîha ji li benda tespîtkirina DNAya qurbaniyan in.
Pîşti azadkirina navçeyê ji destê DAIŞê, hinek goristan bi bûyerên xwezayî yên wekî baran û lehiyê derketine holê û hinek jî wekî encama xebata hêzên sivîl û ewlehiyê li herêmê derketine holê. (GA/MB/FD)