Li Silopyayê bi êrîşeka bombeyî sivîl hatin kuştin
Li navçeya Silopyayê ya Şirnexê, êrîşî tirimbêleka polîsan hatiye kirin. Çar sivîl bi êrîşê hatine kuştin ku yek ji wan Halime Birlika 4 salî ye. Walîtîyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku 19 kes bi êrîşê birîndar bûne yek ji wan bebikeka 6 mehî ye, 5 jî polîs in.