Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê Tenduristiyê Akdag got ku hejmara kesên ku di êrîşa li Dîlokê da mirin derket 51an, 17 jê giran tedawiya 69 birîndaran dewam dike.
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag li pêşiya Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamegeran û wiha got:
“Hejmara kesên ku di êrîşa li Dîlokê da mirin derket 51an, 17 jê giran tedawiya 69 birîndaran dewam dike. Hin ji wan kesên birîndar jî wê îro werin tabûrcîkirin.
“Piştî bûyerê midaxale li birîndaran hat kirin, nexweş li nexweşxaneyan hatin belakirin, emeliyat bê qusûr hatin organîzekirin. Piştgiriya nexweşxaneyên sektora taybet û zanîngehan jî çêbû.
“ Piştî ku Servîsa Acîl ya 112yê cab da, birîndar li nexweşxaneyan hatin belakirin û ev kar pir bi lez hat kirin. Heta sibê bi dehan emeliyat hatin kirin. Ji bo rewşeke wiha giran divê meriv pir baş organîze bibe û fedakariya xebatkaran divê. Ez ji hemû xebatkarên tenduristiyê ra sipas dikim.”
(AS/YO)