Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li taxa Hacibekirî bombeyeka li ser rêyê hatî veşartin hatiye teqandin. Bi teqînê du polîs hatine kuştin û polîsek hatiye birîndarkirin.
Tê îdiakirin ku YPSyê li siet 11ê êrîş kiriye. Êrîş li kolana Hisarê ya taxa Hacibekirî hatiye kirin, kolana Hisarê li ser rêya Îpekyolûyê ye.
Bombe li çaleka li ser rêyê hatiye veşartin û dema tirimbêla polîsan nêzîk bûye ji dûr ve hatiye teqandin.
Polîsê birîdar li nexweşxaneyê tê dermankirin. Operasyoneka berfireh hatiye dest pê kirin.(EKN/MB)