Li Idlibê 5 leşker û karmendekî sivîl mirine
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Netewî, li Idlibê di dema pevçûnê de çar leşker mirine. 9 leşker jî birîndar bûne. Wezaretê di nava rojê de zanyariyeke nû belav kir û diyar kir ku leşkerek û karmendekî sivîl ên birîndar mirine.