Li Idlibê 2 leşker mirine
Li Idlibê, di encama topbarana Artêşa Sûriyeyê de çawîşê pispor Fatîh Kara û leşkerê bigirêbest Enes Kaya mirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye ku li Idlibê du leşker mirine, sê jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku leşkerên mirine, çawîşê pispor Fatîh Kara û leşkerê bigirêbest Enes Kaya ye.
Her weha hatiye diyarkirin ku leşker di encama topbarana Artêşa Sûriyeyê de mirine û “li hemberî êrîşê hedefên rejîmê yên hatine tespîtkirin me daye ber topan û em didin ber topan.” (EKN/FD)
* Fotograf: AA - arşîv
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.