Fotograf: Metin Aktaş - Kiev/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî li gel Vladimîr Zelenskiy, Serokdewletê Ûkraynayê li Kîevê civîneke çapemeniyê li dar xistine.
Erdoganî gotiye ku rewşa li Idlibê êdî ji kontrolê derketiye û aşkere kiriye ku di encama operasyona Artêşa Sûriyeyê ya li Idlibê de sê jê sivîl, li ser hev heşt endamên Artêşa Tirkan mirine.
Duh Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiribû ku di encama topbarana Artêşa Sûriyeyê li Idlibê 4 leşker mirine, 9 leşker jî birîndar bûne. Di saetên nîvro de dîsa daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû diyarkirin ku yek jê karmendê sivîl du kesên din mirine û hejmara miriyan gihîştiye 6an.
Erdoganî di daxuyaniya xwe de her weha gotiye ku wan bersiva topbarana Artêşa Sûriyeyê daye û ew ê tiştên hewce pêk bînin. Erdoganî di berdewama axavtina xwe de diyar kiriye ku divê herkes bi berpirsiyariyên xwe yên li gorî rêkeftina Astanayê bi cih bîne. (EKN/FD)